‘Hinartina petrola Kurdistanê ji bilî sûda darayî ji bo aramiya herêmî jî girîng e’

29-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Destpênekirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê hemû aliyan zerermend dike
Destpênekirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê hemû aliyan zerermend dike
Nîşan Petrola Kurdistanê Hinartin Tirkiye
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Destpênekirina pêvajoya veguhastina petrola Herêma Kurdistanê hemû aliyan zerermend dike.

Li gorî hinek berpirsên saziyên lêkolînên enerjiyê, li Tirkiyeyê destpênekirina pêvajoyê di heman demê de dikare zerarê bide aramiya navçeyê jî ji ber ku xirabiya rewşa aborî dikare rê li pêşiya têkçûna aramiyê jî veke.

Girîngiya hinartina petrola Kurdistanê

Loma mijara veguhastina petrola Herêma Kurdistanê ne tenê di aliyê darayî de, herwiha di aliyê diplomasî de girîngiya xwe heye.

Mijara ji nû ve destpêkirina veguhastina petrola Herêma Kurdistanê yek ji mijarên sereke yên rojevê ye.

Heta niha tevî çend danûstandinên diplomatîk hîn jî pêvajoyê dest pê nekiriye.

Aliyê hikûmeta Tirkiyeyê amadebûna xwe ji bo destpêkirina pêvajoyê ragihandiye.

Serokê Saziya Polîtîka û Stratejiyên Enerjiya Tirkiyeyê jî di derbarê mijarê de dibêje “Veguhastina petrola Kurdistanê ji bilî qezenca darayî di hemen demê de ji bo parastina aramiya herêmê jî gelekî giring e.”

“Ji bo aramiyê divê hinartina petrolê dest pê bike”

Derbarê mijarê de Serokê TESPAMê Oguzhan Akyener ji Rûdawê re got:

“Armanca û derdê me yê sereke ew e ku em dibêjin ji ber ragirtina veguhastina petrolê ji Îraqê li herêmê metirsî heye ku aramî têk biçe.

Eger aborî têk biçe, aborî xirab bibe îhtimal heye hinek grubên terorî sûdê ji vê rewşê bibînin.

Em dibêjin ji bo ku pêşiya grubên terorî bêne girtin û rewşa herêmê geş bibe û aboriya heremê pêş bikeve pêwîst e careke din veguhastina petrolê dest pê bike.”

Di 13emîn Lûtkeya Enerjiyê de jî ku li Enqerê bi rê ve çû yek ji babetên gotûbêjan mijara veguhastina petrolê û zedekirina çavkaniyên enerjiyê bû.

Petrola Kurdistanê dikare sûdê bide bazara Ewropayê jî

Li gorî nûnerên Ewropî ku di vê lûtkeyê de beşdar bûne veguhastina petrola Herêma Kurdistanê dikare sûdê bide bazara petrolê ya Ewropayê.

Berpirsê Giştî ya Saziya Enerjiya Makedonyayê (MEPSO) Zudi Koka jî got:

“Em dizanin ji bo hemû cihanê ji bo aboriya cihanê petrol gelekî girîng e. Piştî şerê Ukrayna û Rusyayê mijar girîngtir bû.

Di rewşeke wiha de petrola Hewlêr û Îraqê gelekî girîng e û pêwîst e rê li pêşiya vê bê vekirin.

Ev yek dê sûdê bide bazara hemû welatên Ewropa, Asya û Afrîkayê jî û herwiha dê bihayê petrolê jî baştir be.”

Berpirsên hikûmeta Tirkiyeyê jî di gelek daxuyaniyên xwe de behsa vê yekê dikin ku ji bo destpêkirina veguhastina petrola Herêma Kurdistanê pêwîstî bi lihevkirina Bexda û Hewlêrê û bingeheke yasayî û destûrî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst