Cezayên li ser Îranê zirarê dide aboriya Herêma Kurdistanê

29-10-2018
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Kurdistan Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di roja 4ê Mijdarê de proseya gera duyem a cezayên Amerîkayê ki ser Îranê dest pê dike. Armanca Amerîkayê ji gera duyem a cezayan ew e, ku qebareya hinardekirinê ya nefta Îranê kêm bike.

 

Gera yekem a cezayên Amerîkayê di meha 8em a îsal hat cîbicîkirin û karta bazirganî û aborî ya Îranê kir armanc. Amerîka ji welatan daxwaz kir ku karê bazirganiyê û veguhastina pereyan bo Îranê rawestînin.

 

Li gor Herêma Kurdistanê yek ji girîngtirîn hevkarên bazirganiyê Îran e, ku piştî Tirkiye û Çînê sêyem hevkarê bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê ye. Piştî cîbicîkirina gera duyeam a cezayan û tundbûna guvaşên Amerîkayê li Îranê, dihat çaverêkirin ku karîgeriyeke nerênî li ser aborî û bazirganiya Herêma Kurdistanê bike.

 

Li gor amareyên Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê, %69 eşya û xorekên parêzgeha Silêmaniyê ji Îranê ye, li parêzgeha Duhokê %65ê eşya û xorekan ji Tirkiyê tên hawirdekirin, li parêzgeha Hewlêrê jî eşya û xorekên tên hawirdekirin %50 ji Îranî û %50 jî ji Tirkiyê ne. Cezayên li set Îranê bandoreke kêm li ser buhayê kelûpel û xorekên li parêzgeha Duhokê dike, lê ji ber wê yekê Silêmanî neçar e ku rûyê xwe bide Tirkiyê, ji ber ku buhayê eşya û xorekan ji ber kirêya veguhastinê %25 bilind bûye.

 

Di demeke wiha de, ku kêmtirî hefteyekê maye bo cîbicîkirina cezayên Amerîkayê li ser Îranê, hefteya derbasbûyî şandeke Amerîkî serdana Herêma Kurdistanê kir.

 

Li gor Berdevkê Yekîtiya Veberhênarên Kurdistanê Mela Yasîn Amerîkayî naxwazin ji ber cezayên ser Îranê zirar bigihê Herêma Kurdistanê û han da Herêma Kurdistanê ku di warê berhemanîna çandiniyê de pêngavên mezin biavêje.

 

Di sala 2015a de qebareya danûstandina bazirganiyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de 7 milyar dolar derbas kiribû. Ev jî han da Îranê ku li wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên nêzikî Silêmanî û Helebceyê ne, hejmareke kargeh damezirîne.

 

Bi taybetî Îranî li benda bû ku qebareya bazirganiyê bi piranî biçe serî û di meha Adara îsal de, Wezîrê Bazirganî yê Îranê got, ew bi niyaz in ku herêmên bazirganiya azad li ser sînoran ava bikin lê vegera cezayên Amerîkayê ew plan têk bir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst