Mehmet Kaya: Divê ji Tirkiyê jî geştyar bên Herêma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê dibêje, ew dixwazin Duhok, Hewlêr û Silêmanî jî li “sêgoşeya zêrîn a Amed-Mêrdîn-Rihayê, zêde bibin û tekez kir, “Di navbera Tirkiye-Amed û Herêma Kurdistanê de pirsgirêkeke derî heye, eger hêsankarî derbarê vîze û derbasbûnê de neyên kirin, astengî dê her hebin. Tişta girîng ew e ku divê ji Tirkiyê jî geştyar bên vir, divê kar li ser vê yekê bê kirin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê Mehmet Kaya beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê.

Mehmet Kaya ku wek serpereştê şandeke bazirgan û karsazên Bakurê Kurdistanê di çarçova Pêşangeha Geştyariyê ya Duhokê de, li Herêma Kurdistanê ye, pêşangeh wek “gelek girîng” binav kir û got, “Armanca me jî ew e ku ev projeya geştyarî û çandê ku me daye destpêkirin, lingê wê yê Kurdistanê ka em dê çawa bihêz bikin, çi bikin, divê çarçovê de em beşdarî pêşangeha yekem bûn.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê dibêje, wan planek daye destpêkirin ku tendirustiyê jî li xwe digire û tekez kir, Amed di warê tendirustiyê de jêrxana wê bihêz e û wan nexşerêya wê amade kir ku welatiyên Başûrê Kurdistanê jî jê sûdmend bin.

Mehmet Kaya dibêje, ew dixwazin li Duhok û Amedê du komxebatan birêve bibin li ser wê yekê ka “çi astengî li pêş getşyariyê hene, astengiyên Tirkiyê çi ne û yên hikûmeta Herêmê çi ne? Û destpêkê divê ev astengî bên rakirin.”

Di dewama gotinên xwe de  Kaya got, “Di navbera Tirkiye, Amed û Herêma Kurdistanê de pirsgirêkeke derî heye, eger hêsankarî derbarê vîze û derbasbûnê de neyên kirin, astengî dê her hebin.”

Mehmet Kaya dibêje, geştyarên Herêma Kurdistanê cûr bi cûr in û got, “Her beşek dibe çavkaniyek dahatê.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê amaje bi wê dike, Herêma Kurdistanê gelek navçeyên xwe hene ku wek navçeyên geştyariyê nehatine tomarkirin û got, “Em dixwazin sêgoşeya zêrîn ku Amed-Mêrdîn-Rihayê li xwe digire, bê berfirehkirin û di nava wê de Duhok, Hewlêr û Silêmanî jî hebe û ev jî dê bo hatina geştyarên ji Tiriyê hêsankariyekê bi xwe re bîne ku bên Herêma Kurdistanê. Tişta girîng ew e ku divê ji Tirkiyê jî geştyar bên vir, divê kar li ser vê yekê bê kirin.”

Li ser pirsgirêka nemana geştên asmanî yên yekser di navbera Amed û Hewlêrê de û herwiha zehmetiyên li ber wergirtina vîzeyê jî Kaya got, divê ev astengî bên rakirin “aliyê Xabûrê yê deriyê sînorî hat nûjenkirin, divê aliyê Îbrahîm Xelîl jî bê nûjenkirin ku xelk bi hêsanî derbas bibe, ev ji bo geştyar û bazirganan jî girîng e. Xaleke din jî ew e, pereyê vîze gelek buha ye. Divê êdî pereyê vîzê ji xelkê neyê wergirtin. Em di vî warî de kar dikin.”