​Îraqê di mehekê de çend bermîl petrol hinarde kirin?

29-08-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Petrolê ya Îraqê Petrol Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Îraqê ragihand ku wan meha Tîrmehê zêdetirî 108 milyon bermîl petrol hinarde kirine.

Wezareta Petrolê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku Îraqê meha Tîrmehê 108 milyon û 53 hezar û 356 bermîl petrol hinarde kirine ku rojane 3,4 milyon bermîlan dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 106 milyon û 125 hezar û 200 bermîl ji bîrên naverast û başûr û milyonek û 928 hezar û 156 bermîl jî ji kêlgeha Geyarêya ya Nînowayê hatine hinardekirin.

Meha Tîrmehê hinardekirina petrolê li gorî meha Hezîranê 6,41 milyon bermîl zêdetir bûye ku wezaretê wê mehê zêdetirî 102 milyon bermîl hinarde kiribûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Îraqê ji ber ku Îraq û Urdinê peymana hinartina petrolê ya ji bîrên Kerkûkê çalak nekiriye meha Tîrmehê petrol ji bîrên Kerkûkê nehatiye hinardekirin.

Li gorî yasaya budceyê ya Îraqê, ji bo dabînkirina budceya sala 2024an ku zêdetirî 211 trîlyon dînarên Îraqî ye divê rojane 3,5 milyon bermîl petrol werin hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst