Li Wanê dest bi lêgerîna petrolê hat kirin

29-08-2024
RÛDAW
Li Wanê dest bi lêgerîna petrolê hat kirin / Wêne: AA
Li Wanê dest bi lêgerîna petrolê hat kirin / Wêne: AA
Nîşan Wan Petrol Lêgerîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) li navçeya Bêgirê ya parêzgeha Wana Bakurê Kurdistanê dest bi xebatên lêgerîna petrolê kir.

Li gundê Beşparmakê ya 25 kîlometre dûrî navçeyê li nêzîkî quntara çiyê û li 2 hezar û 300 bilindahiya bi makîneyên kar xebatên çêkirina rê tên kirin.

100 xebatkar bi 30 makîneyên kar ji bo lêgerînê qadê amade dikin.

Parlementerê AK Partiyê yê Wanê Kayhan Turkmenoglu li gel Qaymeqamê Bêgirê Melih Aydogan, ji Birevebirê Giştî yê Tetkîk û Lêkolîna Madenê (MTA) Çetin Kartal derbarê mijarê agahî standin.

Kayhan Turkmenoglu diyar kir, armanc ew e ku petrola herêmê jî tevî aboriyê were kirin û got:

“Rêveberiya MTAyê 4ê Hezîrana 2024an, ji bo vê navçeyê û derdora wê, li ser xeteke 524 kîlometreyî, li çar xalên cuda destûra kolandina bîran wergirtiye û 5 salan wê berdewam bike.”

Dê destpêkê birceke 200 tonî bê danîn û piştre ji bo derxistina petrolê dê bîreke bi kurahiya hezar û 500 metreyî were kolandin.

Qaymeqamê Bêgirê Melih Aydogan jî got:

“Em xebatên lêgerîna petrolê bi kelecaneke mezin dişopînin.

Bala xelkê vî gundî û tevahiya navçeyê li ser vê xebatê ye.”

“Dê nanê gelek kesan ji vir derkeve”

Şêniyê gundê Beşparmakê Enver Kapici jî anî ziman:

“Îro li vir petrol tê derxistin, ev ji bo me nîmetek e, ji bo her kesî baş e, dê nanê gelek kesan ji vir derkeve.”

Bi gotina Parlementerê AK Partiyê yê Wanê, sala 1915an Rûs çûne wê navçeyê û li wir bîrek vekirine û sotemeniya motor û makîneyên xwe ji wê bîrê dabîn kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst