Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê gihişt 120 milyar dolarî

29-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Bazirganî TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de li gorî heman meha par ji sedî 14,2 zêde bûye û gihiştiye 12 milyar û 217 milyon dolaran.

Kêmasiya bazirganiya derve ya 12 mehan jî gihiştiye 120 milyar û 71 milyon dolaran.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), amarên bazirganiya derve yên Tîrmeha 2023yan eşkere kirin.

Li gorî amaran, hinardeya Tirkiyeyê meha tîrmehê li gorî heman meha par ji sedî 8,3 zêde bûye û gihiştiye 20 milyar û 78 milyon dolaran.

Hawirdeya Tirkiyeyê jî ji sedî 10,5 kêm bûye û gihiştiye 32 milyar û 295 milyon dolaran.

Bi vî awayî kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyeyê di meha Tîrmeha 2023yan de li gorî heman meha par ji sedî 14,2 zêde bûye.

Ev kemasî ji 10 milyar û 702 milyon milyon dolaran derketiye 12 milyar û 217 milyon dolaran.

Kêmasiya bazirganiya derve ya 12 mehan gihiştiye 120 milyar û 71 milyon dolaran.

Kêmasiya bazirganiya derve ya 12 mehan di meha gulanê de jî rekor tomar kiribû û gihiştibû 122 milyar û 27 milyon dolaran.

Almanya di rêza yekem de ye

Almanya, Tîrmeha 2023yan di hinardeya Tirkiyeyê ya bi giştî de bi milyarek û 673 milyon dolaran di rêza yekem de cîh digire.

Îtalya bi milyarek û 103 milyon dolaran di rêza duyem de û Amerîka jî bi milyarek û 101 milyon dolaran di rêza sêyem de ye.

Herwiha Îra û Herêma Kurdistanê bi 978 milyon dolaran di rêza çarem de û Brîtanya jî bi 962 milyon dolaran di rêza pêncem de cih digire.

Di hawirdeyê de Çîn yekem e

Li aliyê din, di hawirdeyê de jî Çîn bi 4 milyar û 603 milyon dolaran di rêza yekem de cih digire.

Rûsya bi 3 milyar û 650 milyon dolaran di rêza duyem de û Almanya bi 2 milyar û 839 milyon dolaran di rêza sêyem de cih digire.

Swîsre bi 2 milyar û 458 milyon dolaran di rêza çarem de û Amerîka jî bi milyarek û 602 milyon dolaran di rêza pêncem de cih digire.

Tirkiyeyê nêzîkî ji sedî 50ê hawirdeya xwe ji van 5 welatan kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst