TEPAV: Sektora berhemanînê ji sedî 20,6 biçûk bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Lêkolînê ya Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyê (TEPAV) ragihand ku sektora berhemanînê di nav salekê de ji sedî 20,6 biçûk bûye.

TEPAVê rapora sektora berhemanînê ya salane eşkere kir.

Li gorî raporê, sektora berhemanînê ji sedî 20,6 biçûk bûye û di wê sektorê de 104 hezar kesan derfetên kar ji dest dane.

Meha Gulana 2023yan li gorî par hejmara kesên dixebitin ji sedî 2 ango 765 hezar kes kêm bûye.

Mehane jî ji sedî 0,3 ango 57 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 22 milyon û 475 hezar kesan.

Ji ber erdhejên 6ê Sibatê yên Mereşê hejmara kesên ku li herêma erdhejê dixebitîn gelekî kêm bûye.

Li 11 bajarên herêma erdhejê li gor berî erdhejê 374 hezar û 500 kes bêkar mane.

Li parêzgehên Mereş, Meletî û Hatayê zêdeyî ji sedî 30ê kesên ku dixebitîn bêkar mane.

Li Xarpêt, Kilîs, Dîlok û Rihayê zêdeyî ji sedî 10ê kesên dixebitîn bêkar mane.

Herwiha li Amed, Edene û Osmaniyeyê jî zêdetir ji sedî 5ê kesên dixebitîn bêkar mane.