Hikûmeta Sûriyeyê pereyên cotkarên Rojava pêşkêş dike

Qamişlo (Rûdaw) - Banka çandinyê ya ser bi hikumeta Sûriyê li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji destpêka mûsimê çandiniyê (demsal) ve û heta niha 2 milyar lireyên Sûriyê weke nirxê genim û ceh pêşkêşî cotkaran kir.

 

Birêvebirê Banka Çandiniyê ya Hikmumeta Sûriyê li Serêkaniyê Mihemed Yûsif Hecî Ehmed ji ajansa fermî ya Sûriyê re ragihand, banka wan ji destpêka mûsima çandiniyê û heta niha 7 beş ji pereyên berhemên çandiniyê pêşkêşî cotkaran kirine û ew li benda beşa 8emîn in.

 

Mihemed Yûsif Hecî Ehmed herwiha got, niha fatorên bi nirxê 500 milyon lîreyên Sûriyê hatina amade kirin û heger pere ji Şamê werin, dê weke beşa 8emîn bi ser cotkaran ve were parve kirin.

 

Herweha Birêvebirê Banka Navendî ya Sûriyê li Hesekê Ilyas Murî ragihand, ku 2 milyar û 200 milyon ji bo meaşên karmendên dewletê û bankên çandiniyê ji Şamê gihiştiye wan û dê bi ser karmend û cotkaran ve were parvekirin.

 

Ilyas Murî ji ajansa fermî ya Sûriyê re eşkere kir, ku dê di çend rojên bê de beşekî din ji pereyan ji Şamê bighêje wan û dê pêşkêşî hemû bankên çandiniyê yên wê parêzgehê bikin.

 

Îsal piraniya cotkarên kurd berhemên xwe yên çandiniyê nefirotin hikumeta Sûriyê û dixwest rasetrast fatorên xwe bistînin û baweriya bi hikumetê ne dihat, lê niha hikumeta Sûriyê dixwaze car din baweriya cotkaran vegerîne.

 

Heta niha li parêzgeha Hesekê 14 milyar û 871 milyon lîreyên Sûrî weke nirxê berhemên çandiniyê yên cotkarên kurd hatine pêşkêş kirin.

 

Tevî ku PYDê dibêje,  “Şoreşa 19ê Tîrmehê” lidarxistiye û Xweseriya Demokratîk ragihandiye, lê heta niha hikumeta Sûriyê tevî karmend û dezgehên xwe yên fermî li bajarên di bin destê PYD de karên xwe dikin û rênima û biryarên hikumeta Sûriyê yên îdarî weke berê têne bicî kirin.