Rapirsî - Li Tirkiyeyê aborî çawa tê birêvebirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanya MetroPOLLê, ji sedî 81ê civakê wiha difikire ku aboriya Tirkiyeyê xirab tê birêvebirin.

Kompanya Lêkolînê ya MetroPOLLê derbarê nêrîna xelkê ya li ser rêvebirina aboriyê de rapirsiyek kir.

Serokê kompanyayê MetroPOLLê Ozer Sencar encamên rapirsiyê belav kirin.

Li gor, rapirsiyê, ji sedî 81,3ê beşdaran gotiye li Tirkiyeyê rêveberina aboriyê xirab e.

Tenê ji sedî 16ê beşdaran gotiye aborî baş tê birêvebirin.

Wate ji sêyan du dengderên AK Partî û MHPyê jî difikirin ku aboriya Tirkiyeyê baş nayê birêvebirin.

Herwiha li gorî encamên rapirsiyê, ji sedî 63,1ê dengderên AK Partiyê, ji sedî 67,6ê dengderên MHPyê, ji sedî 95,1ê dengderên CHPê û ji sedî 95,3 dengderên DEM Partiyê wiha difikirin ku aborî baş nayê birêvebirin.