DÎSK: Rêjeya bêkariyê li Tirkiyê %28.7 e

29-07-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Di navbera amarên TUÎK û DÎSKê cudahiyeke mezin heye
Di navbera amarên TUÎK û DÎSKê cudahiyeke mezin heye
Nîşan TUÎK DÎSK Rêjeya Bêkariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Fermî ya Amaran, rêjeya bêkariyê ji bo Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ragihand, lê amarên ku ji aliyê Saziya Fermî ve hatine ragihandin ji aliyê sendikayan ve têne redkirin û ew sendîka dibêjin, “rêjeya bêkariyê ji % 28.7 e.”

Amarên ku ji aliyê TUİKê ve têne belav kirin li gel ewên ku ji aliyê sendîkayan ve têne belavkirin naguncin û ferqeke zêde di navbera wan de heye.

Li gorî TUÎKê meha Nîsana îsal rêjeya bêkariyê ji % 0.2 daketiye û rêjeya bêkariyê bûye  ji % 12.8.

Her li gor amarên TUÎKê ji % 29.1 ya bêkar di navbera temenê xwe yê 15 bo 24 saliyê de ne.

Lê li gor DÎSKê Nîsana îsal 2 milyon 739 hizar kes bêkar mane û her li gor sendikayan 17 milyon 722 hezar kes bêkar in.

Li gor konfedarasyonên Sendikayan ku rêjeya bêkariyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji % 28.7 e.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî Real Grafîkek li ser amarên bêkariyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê amade kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst