Li Bedlîsê kesek ji sergo têra 3 hezar malan eletirîkê peyda dike

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bedlîsa Bakurê Kurdistanê welatiyekî gilêşîm ekîbên şaredariyê kom kirine ji hev derdixe û pê elektirîkê çêdike û pêwîstiya elektirîka 3 hezar malan peyda dike.

 

Ekîbên Rêveberiya Karûbarên Paqijkirinê ya Şaredariya Bedlîsê di rojê de 110 ton sergo kom dikin û welatiyê bi navê Erdal Yalçin van ji hev derdixe û pê pere qezenc dike.




Erdal Yalçin li navçeya Norşin a Bedlîsê tesîsa jihevderxistin û depokirina sergoyê ava kir, her roj sergoyê ekîbên şaredariyê kom dikin ji hev derdixe embar dike.


Yalçin paşê amûrên ji sergoyê veqetandiye dibe qada kurahiya wê 14 metre û berahiya wê 200 metreyî dide ser hev û ser çalê digre. Yalçin bi xaza ji sergo derdikeve ve elektirîkê çêdike û dide xeta veguhestina elektirîka ya Norşinê.




Derbarê karê xwe de Yalçin got ji bo ku ava sergoyê nekişe axê jî hin tedbîran hildidin û wiha pê da çû: “Ev 2 meh e li Bedlîsê em elektirîkê çêdikin, eger hemû sergoyê bajêr werin komkirin û li tesîsê werin nirxandin ew dê kêrî hawirdorê were. Em niha 1,4 megawat elektirîkê çêdikin. Dema vê derxin 4 megawatî jî em dê bo 6 hezar û 700 malan elektirîkê peyda bikin.  Ev ji bo Bidlîsê karekî kêrhatî ye."




Yalçin got dema sergo berî çemê Bedlîsê bidin ew dê zirarê bide hawirdorê û tenduristiya gel û wiha axivî: "Dîtina wê jî mirovan aciz dike. Hin şaredarî sergoyê xwe dirijînin çil û çiyan. Em dixwazin ew jî bînin vê derê. Ji bo hawirdoreke paqij divê her kes berpirsyariya xwe bi cî bîne.”