Li Tirkiyê komîsyona diyarkirina mûçeyê kêmane îro dicive

29-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane, îro 29ê Hezîranê bi nûnerên karker, karsaz û hikûmetê demjimêr 2yê piştî nîvro dicive. Komîsyona ku ji 15 nûneran pêk tê dê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bo 6 mehên dawî yên sala 2022ê mûçeyê herî kêm diyar bike.

Mûçeyê kêmane sala 2021ê 2 hezar û 825 lîreyê Tirkî bû û meha Çileya 2022ê %50 hatibû zêdekirin û bo 4 hezar 253 lîre hatibû zêdekirin. Lê nûnerên karkeran dibêjin, li beramber enflasyona bilind qîmeta mûçeyê kêm nema û mûçe di bin rêjeya enflasyonê de ma.

Lewra li gor amarên fermî yên TUIKê meha Gulana 2022ê enflasyona salane gihişte %73.5. Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, enflasyona salane bi rêjeya %160.76 bilind bûye.

Sendîkaya karkeran Turk-Îşê jî berî civîna îro daxuyaniyek belav kir û ragihand, asta birçîbûnê 6 hezar û 391 lîre ye û mûçeyê kêmane yê niha 2 hezar û 138 lîre di bin asta birçîbûnê de ye.

Turk Îşê herwiha ragihand, enflasyona xorakê di meha Hezîranê de %117 zêde bûye.

Piştî civîna îro ya Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane, tê çaverêkirin mûçeyê kêmane bo 6 mehên dahatû bê eşkerekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst