Hejmara geştyarên Îranî bo Necef û Kerbela %60 kêm bûye

29-05-2019
RÛDAW
Cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê bandorê li Necef û Kerbelayê jî dike
Cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê bandorê li Necef û Kerbelayê jî dike
Nîşan Geştyar Necef Kerbela Ceza Amerîka Îran
A+ A-

Necef (Rûdaw) – Ji ber cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê, hejmara ziyaretvanên Şîe yên Îranê bo Iraqê %60 kêm bûye. Xwediyê hotelan dibêjin, nirxên xwe bi qasî nîvê nirxên berê kêm kirine, lê sûda wê tine.

 

Necef, Kerbela û Kûfe sêgoşeya geştyariya olî ya Iraqê pêk tîne. Her sal çend milyon kes ji welatên derve û navxweya Iraqê serdana wan bajaran dikin, %80ê geştyarên olî yên Iraqê, xelkê Îranê ye.

 

Ebdusetar Hatem ku li Necefê bazirgan e, dibêje ku berê du mehan li Necefê bi Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf re hevdîtin kiriye û jê xwestiye, di milmilaniya Amerîka û Îranê de tiştekî bikin daku Iraq nebe qurbanî.

 

Hatem dibêje: “Bandoreke mezin a rewşê çêbû, bazarên mezin ên vê derê û cadeyên Resûl, Sadir û Qûsî bi awayekî berdewam bi xelk û liv û tevgera kirîn û firotinê geş bû, her yek ji dikanan ji du – sê hezar dolaran kêmtir nedifirotin, lê niha bûye 50 dolar.”

 

Li Necef û Kerbela nêzîkî 1500 hotel hene, ku nirxên wan heta nîvê nirxên berê hatine kêmkirin, tevî vê yekê jî dibêjin eger rewş bi vê şêwazê berdewam bibe, dê neçar bibin ku hotelên xwe bigrin, herwiha gilî gazinan dikin ku hikûmet ji bo wan hêsankarî nake.

 

Kerîm Xirsan ku li bajarê Necefê xwediyê hotelekê ye, dibêje: “Kar bi dawî bûye û bûye sifir, piraniya hotelên Necefê, bi taybetî hotelên ku ji bajêr hinek dûr in, hatine girtin. Ji ber ku kar tine û zirar û ziyan jî gelek in.”

 

Tê xwestin ku vîzeya ji Efxanistan û Pakistan û çend welatên din werin rakirin daku ziyaretvanên wan welatan şûna ziyaretvanên Îranê werbigrin, lê hikûmeta Iraqê ev daxwaz red kiriye.

 

Rêveberiya Necefê amaje bi wê yekê dike ku cezayên aborî yên ser Îranê bandoreke rasterast li ser sektora geştyariya olî kiriye û nikarin di demeke kin de vê rewşê çareser bikin.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Necefê Xizeyr Cibûrî dibêje: “Piraniya geştyarên me bi rêjeya %70 – 80 ji Îrana cîran dihatin, lê niha ji ber rewşa aborî ya Îranê û dorpêçên li ser wê, hatina geştyarên Îranê bo Necef û Kerbela bi rêjeyeke berbiçav kêm bûye.”

 

Tenê sala par bi rêya Firokexaneya Necefê ve çar milyon kes serdana Kerbela û Necefê kirine, lê di pênc mehên îsal de ew rêje ji sedî 60 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst