Kîjan perçeyê Kurdistanê di Remezanê de erzanî ye?

29-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Remezan Nirx Erzan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berawirdê beşên din ên Kurdistanê, di meha Remezanê de li Başûrê Kurdistanê nirxê tiştan girnatir dibe.  

 

Li gorî dûvçûnên Rûdawê, piştî Başûrê Kurdistanê, herî zêde li Bakûrê Kurdistanê nirxê xwarinê giran dibe, paşî Rojhilatê Kurdistanê. Li Rojavayê Kurdistanê jî berovajiyê perçeyên din ên Kurdistanê ye.

 

Li gorî dahata salane ya takekes, herwiha nirxên bazarê, di Remezanê de Başûrê Kurdistanê dibe cihê giraniyê.

 

Weke mînak li Başûrê Kurdistanê nirxê kîloyek goştê nerme 12 dolar û 80 sent e lê li Rojavayê Kurdistanê heman cure goşt bi 6 dolar û 18 sent e.

 

Li Rojhilat goştê dor bi 9 dolar û 89 sent e, li hember vê li Bakûrê Kurdistanê bi 11 dolar û 87 sent e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst