Bermîla petrola brent bi 20,50 dolarî tê firotin

29-04-2020
Nîşan Petrola Brent Bermîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Bermîla petrola brent li bazara navneteweyî bi 20,50 dolarî tê firotin.

Bermîla petrola brent îro serê sibê ji saet 09.30 pê ve li gor duh ji sedî 0,78 zêde bû û derkete 20,50 dolarî.

Bermîla petrola brent duh bo 21,09 dolaran bilind bibû, lê di dawiya rojê bo  20,34 dolaran daket.

Di heman demê de bermîla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 17,92 dolarî hat firotin.

Rêveberiya Enformasyona Enerjiya Amerîkayê diyar kir ku li wî welatî petrola ambarkirî hefteya çûyî 9,98 milyon bermîl zêde bû û gihîşt 510 milyon bermîl. Lê hêviya bazarê ew bû ku kêmtir zêde bibe.

Pispor dibêjin ew pêşbînî nakin ku di demeke nêzîk de bihayê petrolê zêde bibe, lê eger di demeke nêzîk de dermanê vîrusa koronayê were dîtin dibe bihayê petrolê zêde bibe.

Kêmbûna daxwaza bo petrolê li ser asta cîhanî û bi taybet ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, herwiha rêknekevtina Siûdiye û Rûsyayê li ser kêmkirina berhemanîna petrolê wek sedemên sereke yên daketina nirxê petrolê tên dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst