Taner Yildiz: Nefta Herêma Kurdistanê dê meha Gulanê were firotin

29-04-2014
RÛDAW
A+ A-

Oslo (Rûdaw) - Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz derbarê nefta Herêma Kurdistana de axivî û diyar kir dibe ku ew di meha Gulanê de dest bi firotina nefta xwe bikin û bifroşin lê “di rojeva Tirkiyê de kirrîna nefta Bakûrê Iraqê tine ye."

Wezîrê Enerjiya Tirkiyê Taner Yildiz, îro li Osloya paytexta Nemsayê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Yildiz, derbarê firotina nefta Herêma Kurdistanê di bazarên cîhanê de got: "Niha neft tê. Nêzîkî 2 rojan e ku neft tê Tirkiyê. Neft ya Iraqê ye, ha ya bakur ha jî ya başûr, ji ku derê dibe bila bibe, neft nefta Iraqê ye. Em jî dizanin ku Iraq pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bike dê ev yek bi kêrî Iraqê were. Wek ku em her gav dibêjin, ev neft nefta Iraqê ye û dibe ku di meha Gulanê de dest bi firotina nefta xwe bikin."

Taner Yildiz destnîşan kir ku hêviya wan ew e ku hilbijartinên sibê yên Iraqê bi kêrî hemû iraqiyan û welêt bê û wiha pê de çû: "Em wisa hêvî dikin ku hilbijartinên 30ê Nîsanê him ji bo Iraqê û him jî ji bo aştiya li Iraqê baş be. Bakûrê Iraqê dibe ku di Gulanê de nefta xwe bifiroşe. Lê Tirkiye ji bo niha ne kiriyar e. TUPRAŞ di sektora taybet de hin peymanan çêdike, peymanên wê hene. Bi saziyên taybet re hevdîtinan dikin. Lê ev wan eleqedar dike, niha di rojeva Tirkiyê de kirrîna nefta Iraqê tine ye."

Ji Yildiz hat pirsîn, 'Gelo bihaya nefta ku ji Bakûrê Iraqê bê dê erzan be yan na?' Yildiz ji bo vê pirsê jî wiha got:" Di bazara dinyayê de bihaya neftê diyar e. Ev biha li hin herêman bi qasî ku em dibînin wek hev e û pir jî naguhere. TUPRAŞ ji bo vê bi wan re dê hevdîtinê bike, helbet dê jê re bihaya neftê jî bê gotin. Niha daxwaziyeke me ya ku bila bihaya neftê kêm bikin û bifiroşin jî tine ye. Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi navbeynkariya SOMOyê dê nêzîkî 7 milyon ton neft bifiroşe. Heta niha herî zêde Bexdayê 4 milyon ton neft dişand. Niha li Ceyhanê nêzîkî milyonek û 500 hezar bermîl neft kom bûye û heta 2 milyon û 500 bermîlan jî em dikarin imbar bikin. Heke ew bişînin em ê jî bigihîjînin bazara dinyayê. Heke ev kar baş bimeşe dê bi kêrî Iraqê jî bê."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevpeyvînekê de digel Rûdawê ku duh hat pexşkirin, gotibû, nefta Kurdistanê dê roja 2ê Gulana îsal bi fermî li bazarên cîhanê de were firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst