Turk-Îş: Sînorê hejariyê 31 hezar û 240 lîre ye

29-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (Turk-Îş) ragihand, di meha Adarê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê ji 9 hezar û 591 lîre ye, ku dike 500 dolar û sînorê hejariyê 31 hezar û 240 lîreyên Tirkî ye, ku dike hezar û 630 dolar.

Turk-Îşê amarên birçîbûn û hejariyê yên Adara 2023an eşkere kir. Li gor amaran di meha Adarê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê ji 9 hezar û 591 lîre ye, ku dike 500 dolar û sînorê hejariyê 31 hezar û 240 lîreyên Tirkî ye, ku dike hezar û 630 dolar.

Bi awayî sînorê birçîbûnê ji mûçeyê kêmane hezar lîre zêde bû. Herwiha xerciyên ji bo debara mirovekî nezewicî ji 12 hezar û 469 lîre ye.

Li gor amarên Turk-Îşê, enflasyona mehane %1.76 zêde bûye û di saleke dawî de %94.62 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst