Li Tirkiyê bihayê genim hat zêdekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Berhemên Axê (TMO) ya Tirkiyê, bihayê genimê nan ê difroşe kargehên ard ji sedî 21-22 zêde kir. Piştî zêdekirina bihayê genimê nan, tê çaverêkirin bihayê nan jî bê zêdekirin.

Ofîsa Berhemên Axê, li gor ji 25ê Adarê ve bê cîbicîkirin bihayên xwe nûjen kirin. Li gor bihayên nû, tona genimê nan ku bi 2 hezar 650 lîreyê Tirkî bo kargehên ard dihat firotin, bo 3 hezar 210 lîre hat zêdekirin, ku dike 210 dolar.

Xwediyên kargehên ard jî dibêjin ji sedî 21-22 zêdekirina bihayê genim, dê bibe sedema girankirina bihayê nan.

Şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bandoreke nerênî li ser bihayê genim li Tirkiyê dike. Tirkiyê sedî 78ê genimê hawirde dike ji Rûsya û Ukraynayê dikire.