Li Rûsyayê bi sedema koronayê bi sedan kargeh hatin girtin

Moskow (Rûdaw) - Bi bîryara şaredariya Moskowê, ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê heta 5 Nîsanê hemû kafe û restoranên li bajêr têne girtin, bazirganiya perakende tê rawestandin.

Li bajarê Moskowê bi hezaran xwaringeh zû de ketine qeyranê, ji ber ku şêniyên bajêr kêmtir derdikevin derve û çêtir dibînin ku li malên xwe bimînin. Bi êvaran jî gel, ji ber qedexeyan, êdî nikare ji bo kêfxweşiyê li bar û rêstoranan kom bibe.

Aleksandra weke xwediya restoranê hewl dide, çareyeke bibîne, da ku xwaringeha wê nayê girtin, hem jî karmendên wê bê mûçe nemînin. Lê ji ber bêkariya tenê deh rojên dawî, ew neçar maye ku hejmara karmendan, nîvî bi nîvî kêmtir bike.

Xwediyê restoranê Aleksandra Sergeyeva dibêje: “Destpêkê, kiryarên me ji %50 kêm bûn, paşê  gihîşt %80. Û wan rojên dawî jî, mişterî hema bêje nemane. Bê guman, sedem aşkereye, hikûmet ji ber vîrûsê dibêje bila her kes li malê xwe runin, neçin ciyên qerebalix, zêdetir ji 50 kesan kom nebin. Ev jî karîgerî li karê me dike. Em niha derbasî gihandina xwarina bi malan dibin. Û mixabin, em neçar man ku  hejmara karmendên xwe jî, %50 kêm bikin.”

Niha karê serke ya garsonê ev bûye, ku  bi rêya telefon û înternetê xwe bigîhîne bi mişteriyan. Ya giring ew e, divê mişterî bizanin ku ew dikarin xwarinê hazir ji vê restoranê bixwazin.

Karê aşpej gelekî kêm bûye. Lê ev yek jê re ne ciyê rehetiyê ye, ji ber ku mûçeya hemû xebatkarên restoranê, bi giranî li ser stuya wî ye.

Aşpejê restoranê Davîd Godunov jî got: “Heta beriya bi du heftiyan kiryarên me çend zêde bûn, ku sê aşpej pê re nedigihandin. Dema me nedima, ku runên û îstîrahetê bikin. Hem siparîş ji derve dihat, hem jî kiryar dihatin. Lê ev pênc rojên dawî heta ji bo aşpêjekî jî, kar tuneye. Niha tenê ji bo gihandina malan kar dikin. Mêvan nayên, her kes ditirse derkeve derve. Eger wisa be, emê nikarin mûçeya xwe jî derxînin.”

Weke li hemû bajêran, li Moskowê jî xizmeta gihandina xwarina hazir zû de li kare. Û ev xizmet bi giranî di destê kompanyayên mezin de ne. Lê vîrusa tacdar COViD-19 êdî  hemû xwaringeh neçar kiriye, ku yan tune bibin, yan jî, bi lezgînî derbasî şêwazeke alternatîv bibin.

Tîma Aleksandrayê hêj nizane, ka di mercên rikaberiya hişk de şansa wan dê çend  yawer biçe, lê dîsa jî hêviyên xwe ji dest nadin.