Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1936an hat firotin

29-03-2014
RÛDAW
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw/AA) - Galeriya Stack's Bowerê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1936an derxiste mezadê û kesekî ku nehîşt were naskirin xelat bi 1 milyon û 100 hezar dolarî kirî.

Mezad li eyalata Marylanda Amerîkayê hat lidarxistin û 4 berhevkarên ku dixwestin bibin xwediyê vê xelatê, beşdarî mezadê bûn.

Ji sala 1901an vir ve 94 xelatên Nobelê hatine belavkirin. Xelata sala 1936an dabûn Wezîrê Karên Derve yê Arjantînê yê wê demê Carlos Saavedra Lamas.

Ji ber ku Lamas hewl dabû ku şerê di navbera Bolîvya û Paraguayê (1932-1935) dawî bibe ev xelata wergirtibû. Lamas di sala 1959an de mir.

Piştî ku Lamas mir xelat çend caran kete destê kesên din. 20 salên ewil berhevkarekî amerîkî xelat li Amerîkaya Başûr di firoşgehekê de dîtibû.

Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1903an jî li Londonê di sala 1985an de di mezadekê de bi 17 hezar dolaran hatibû firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst