Fermanber wê sibê mûçeya adarê werbigirin

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta darayî û aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku ji sibê yekşemê de mûçeya meha adarê ya fermanberên Herêma Kurdistanê dê were parvekirin.

Berdevkê wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê Dilêr Tariq ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku fermanber wê sibê yekşemê mûçeya meha adarê bistînin.

Malpera wezareta darayî belav kiriye ku sibê yekeşmê wê mûçeya wezareta pilandananê bê dayîn.

Derbarê mûçeya wezaretên din de, Dilrê Tariq got ku bi tenê biryara dayîna mûçeya wê wezaretê derketiye û sibê wê zanyariyên zêdetir bên aşkerekirin.

Wekîlê wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê Reşîd Tahir berî niha ji Rûdawê re ragihandibû ku “li gor yasaya budceyê, her meh divê trilyonek û 200 milyar dînar bigihe Kurdistanê, di her sê mehên borî de diviyabû 3 trilyon û 600 milyar dînar bihata Herêma Kurdistanê, lê tenê trilyonek û 100 milyar dînar hatiye”.

Tahir herwiha got “Ji bo mûçeya fermanberan di mehekê de pêwîstiya me bi 850 milyar dînar heye, lê ji mûçeya meha şibatê tenê 548 milyar dînar hatiye û divê em pereyên mayî ji dahatê navxweyî peyda bikin”.