Li Wanê hilberîna masiyên deqsor zêde bûye

29-01-2025
RÛDAW
Gola Wanê / Wêne: AA
Gola Wanê / Wêne: AA
Nîşan Gola Wanê Masiyên Deqsor Hilberîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê hejmara tesîsên masiyan zêde dibe.

Gol, bendav û çemên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bûne cihê xwedîkirina masiyan.

Ev kar ji bo gelek kesan bûye çavkaniyeke girîng a aborî û her sal zêdetir dibe.

Salane bi hezaran ton masî li van navendan tên xwedîkirin û dikevin bazarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Tesîsên hilberîna deqsoran ên ku li ber çem û bendavên li navçeyên Payîzava, Şax, Erdîş, Bergirî û Miks hatine avakirin, dibin sedema geşedana aborî û pêşvaçûna masîgiriyê.

Bi saya piştgiriyên ku di çarçoveya Bernameya Piştevaniya Hilberînên Geşepêdana Gundewarî de tên hildan, salane nêzîkî 4 hezar ton masiyên deqsor û 45 milyon çêlmasî tên hilberandin.

Birêvebirê Şaxê yê Geşepêdan û Rêxistina Gundan ê Rêveberiya Parêzgehê yê Çandinî û Daristanan Bunyamîn Hakan got ku hilberîna masiyan roj bi roj zêdetir dibe.

“Me bi qasî 8 milyon û 112 hezar lireyan piştgirî da 405 kesan”

Bunyamîn Hakan diyar kir ku dixwazin qebareya bajêr a masiyên kefal biparêzên û got:

“Li parêzgeha me ya ku di warê çavkaniyê avî de dewlemend e, di çarçoveya Bernameya Piştevaniya Hilberînên Geşepêdana Gundewarî de tên hildan, hejmara tesîsên masiyan zêde bûne.

Li Wanê salane nêzîkî 4 hezar ton masiyên deqsor û 45 milyon çêlmasî tên hilberandin.

Me bi qasî 8 milyon û 112 hezar lire piştgirî da 405 kesan.

Bi saya hilberîna masiyên di van tesîsan de salane nêzîkî 230 milyon lire li aboriya welêt zêde dibe."

“Em masiyan dişînin bajarên derdorê jî”

Li navçeyê Payîzavayê, Ferdî Oztunçê xwediyê tesîseke masiyan a bi qebareya 240 tonî destnîşan kir ku ew pêdawistiyên masiyên deqsor ên parêzgehên derdorê jê dabîn dikin û wiha pê da çû:

"Em masiyan dişînîn Agirî, Colemêrg, Mûş û Îdirê jî. Em li vê derê salane 240 ton masî hildiberînîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst