Qatar bû sponsorê Bayern Munchen
Dusseldorf (Rûdaw) - Tevî ku Qatar ji ber rewşa mafên mirovan di bin rexneyên tund de ye, lê tîma futbolê ya almanî Bayern Munchen peymaneke hevkariyê ligel wî welatî mohr kir.
Mafên mirovan li wî welatî parastî bin an na, tîma futbolê ya almanî Bayern Munchen ligel firokexaneya paytexta Qatar Dohayê peymaneke sponsoriyê îmze kir, ku wê salane bi milyonan Euro biherikîne qaseya Bayern Munchen.
Roja çarşemê Rêvebirê Giştî yê Bayern Munchenê Karl-Heinz Rummenigge, diyar kir ku wan ligel firokexaneya navnetewî ya Dohayê “Hamad International Airport“ peymaneke 7 salî ya sponsoriyê mohr kiriye.
Bi vê peymanê firokexaneya Doha dibe yek ji 10 partnerên Bayern Munchen yên sereke, ku xwedî maf in ku reklama xwe di nava stadyûmê de jî belav bikin.
Tevî ku Bayern Munchen eşkere nekir ku ji vê peymana sponsoriyê çiqas pere jê re tên, lê li gor şarezayên peymanên sponsoriya sporê, bi vê peymanê wê salane di navbera 5 û 7 milyon Euro ji Bayern Munchen re werin.
Li ser peymana sponsoriyê, Rêvebirê Giştî yê Bayern Munchen, Karl-Heinz Rummenigge, got: “Ev gaveke din e ber bi stratejiya me ya navnetewîbûnê. Beşekî hevkariyê ew e ku em hevpar piştgiriya projeyên civakî û guftûgoyên li ser mijarên civakî û siyasî yên nakok bikin.“
Di şeş salên borî de Bayern Munchen kampa xwe ye rahênanê li Qatarê vedikir û ji ber vê yekê gellekî dihate rexnekirin, ji ber ku Qatar tê rexne- û tometbarkirin ku bi tundî mafên mirovan binpê dike. Îsal jî wê Bayern Munchen kampa xwe ya rahênanê li Qatarê veke û tê çaverêkirin ku dîsa rastî rexnekirinê werê.