Kaya: Di bingeha pirsgirêkên li deriyê sînorî de meseleyên siyasî hene

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ragihand ku bingeha çaresernekirina pirsgirêka qelebalixiyê ya li Deriyê Sînorê Îbrahîm Halîl (Xabûr) siyaset e.

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya ku bû mêvanê bultena Rûdawê, li ser çaresernekirina pirsgirêka qelebalixiya li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Halîl (Xabûr) axivî.

Mehmet Kaya diyar kir ku çareseriya pirsgirêkên li deriyê sînorî ne zehmet e, û got: “Bi rastî em dikarin bibêjin ku di bingeh de siyaset e. Ji ber ku dema em li pirsgirêkan yek bi yek bi dinêrîn, em dibînin ku ti pirsgirêk nînin ku neyên çareserkirin. Eger mejiyê siyasî atmosfereke erênîtir çêbike, em dikarin bibêjin ku hema bêje ti ji van pirsgirêkan dê nemîne.”

Kaya da zanîn ku piştî weşana Rûdawê, rayedarên her du aliyan hatin cem hev û çareseriyên xwe pêşkêş kirin û wiha pê de çû: “Pirsgirêka sereke ya karsazên me li Deriyê Sînor ê Xabûrê ye. Karsazên me piştî çûn û hatina Kurdistanê neçar in 10 saet, 12 saet, heta ku 2 rojan di otomobîla xwee li ser pirê dimînin.”

"Roja 4 hezar barhilgir dikarin derbas bibin"

Serokê Lijneya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê eşkere kir ku rojane kêm-zêde bi qasî 3 hezar barhilgir ji Bakurê Kurdistanê bi Deriyê Sînorê Îbrahîm Halîl re derbasî Herêma Kurdistanê dibin û got: “Em dikarin bibêjin kapasîteya herî zêde 4 hezar e, lê dema em li reqema xwe ya hinardekirinê dinêrin, em hîn li dora 11-12 milyar dolarî ne. Her du alî jî binesaziya bazirganiyê heye bi taybetî li gel Herêma Kurdistanê û Bexdayê.

Em du cîranên ku bi hêsanî dikarin qebareya bazirganiyê bigihêjinin 25-30 milyar dolaran. Divê em du pirsan çareser bikin: Yek, pirsgirêka siyasî ya di navbera me de ye, ku xelkê herêmê xwişk û bîrayên hev in. Divê ew pirsgirêk bi lez were çareserkirin. Du, binesaziya fîzîkî. Em çiqasî rast bikin jî, Xabûr bi serê xwe nikare vê rêjeya hinardekirinê lixwe bigire. Ji bo vê yekê jî divê em Xabûrê pir berfireh bikin an jî di zûtirîn dem de deriyekî duyemîn li nêzîkî Xabûrê vekin.”

“Divê deriyê sînor ê duyemîn bê vekirin”

Kaya bal kişand li ser pêwîstiya berfirehkirina Deriyê Sînorî yê Xabûrê yan jî vekirina deriyeke din ê sînorî  û got: “Eger em li bazirganiya mezin bifikirin, ji nûjenkirina deriyan divê em Xabûrek mezintir an jî deriyekî duyemîn ê mezin çêbikin. Divê em deriyekî ku her du alî li hev bikin ava bikin. Wekî din, qebareya bazirganiya me nemimkune ku mezintir bibe.

Eger rayedarên her du welatan rûnenin û pirsgirêkan çareser nekin, emê di demên pêş de yan tawîz bidin bazirganiya xwe yan jî dê her tim ev pirsgirêk hebin, ji ber ku kapasîteya her du aliyên jî ji bo vê yekê ne guncaw e.”

"SunExpress dixwaze geştên asmanî bo Hewlêrê bide destpêkirin"

Di beşeke din a axavtina xwe de Kaya diyar ku  SunExpress dixwaze bo Hewlêrê dgeştên xwe yê asmanî bide destpêkirin û got: “Me ev yek ji rayedarên Hewlêrê re ragihandiye û em li benda wan in. Em hêvî dikin ku Hikûmeta Hewlêrê di vî warî de gavekê bavêje.

Danûstandinên me yên bi THYê re jî berdewam dikin. Mixabin, me nekarî di dema ku me dixwest de geştan pêk bînin. Dem bi dem hin sefer ji herêmê hatin destpêkirin, lê ji ber ku demên firînê ne li gorî tê xwestin bû, geşt berhemdar nebûn.”