Li bazarê dolarên sexte hene: ‘Şêlandineke mezin e!’
Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çend rojên dawî îdiayên belavbûna dolarên sexte di nava bazarê de ofîsên kirîn û firotina dolar û diravên biyanî nîgeran kiriye.
Behsa wê yekê tê kirin ku bi milyonan banknotên 50 û 100 dolarî yên sexte ku ji derve hatine anîn, ketine bazarê.
Ji ber vê rewşê niha beşek ji ofîsan karûbarên kirîn û firotina dolaran rawestandine.
Karmenda Ofîsa Kirîn û Firotina Diravan Ebru Doganê got:
“Di 50 dolaran de sexte derketin. Dema 50 dolaran tînin em nakirin.
Niha em kirîn û firotinê nakin.
Me hinek ji wan bi dest kontrol dikirin û dikirîn lê em niha nikarin bikirin.
Di nav 100 dolaran de jî nû derketin, ew jî ev 3-4 roj in.
Em ji wan jî yên kevin nakirin.”
Dolarên sexte bi awayekî hatine çêkirin ku ji beşek ji makîneyên hejmartina pereyan û ATMyan re bi hêsanî derbas dibin.
Kesên ku bi salan e vî karî dikin jî bi zehmetî ji hev cuda dikin.
Diravfiroş Îbrahîm Halîl Huseyîn jî anî ziman:
“Ev 40 sal in ez di vê sektorê de me û ez jî di cudakirina dolarên sexte û resen de zehmetiyan dibînim ji ber wê dê ji bo bankayan jî pirsgirêk bidome.
Helbet ji makîneyan jî derbas dibin ji ber ku ew jî ji derveyî welêt tên.
Divê ev makîne jî di nava hefteyekê de werin nûjenkirin.”
“Şêlandineke mezin e”
Niha nayê zanîn ka asta dolarên sexte yên di bazarê de belavbûne çi qas e.
Beşek ji mixalefetê behsa bi sedan milyon dolarên Amerîkî dike.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî da zanîn:
“Buroyên ku karê dirav û zêran dikin kirîna 50 û 100 dolaran rawestandine.
Çima, ji ber ku 600 milyon dolar pereyê sexte hatiye nav welêt.
Ev bûyereke tirsnak û şêlandineke mezin e.”
Serokê Komeleya Hemû Muesseseyên Desthilatdar û Diravan a Tirkiyeyê îdiayan red dike.
Serokê Komeleya Hemû Muesseseyên Desthilatdar û Diravan a Tirkiyeyê (TUYEMDER) Mehtî Şeren got:
“Di çapemenî û medyaya civakî de nûçeyên ku dibêjin di bazarê de 600 milyon an jî milyarek dolar pereyê sexte hene bi temamî derew in û bi armanca dezenfarmasyonê ne.
Dest jê berdin di bazarê de 600 milyon an jî milyarek dolar pereyê sexte hebe, hezar dolar jî nînin.
Kesên ku van nûçeyên bê bingeh çêdikin ji asta wê reqema ku li ser diaxivin fam nakin.”
Yekîtiya Bankayan a Tirkiyeyê ragihand ku piştî belavbûna nûçeyên dolarên sexte, wan bi armanca rûbirûbûna diravên sexte û belavbûna wan, kontrol û nûjenkirinên pêwîst ji bo makîneyên hejmartina pereyan û makîneyên kontrolkirina diravên sexte û ATMyan dane destpêkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî ragihand ku derbarê mijarê de lêpirsîn daye destpêkirin.