Li Amedê veguhastin ji sedî 35 biha bû

28-09-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Veguhastin Bilêt Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê rêvebirin, veguhastina nav bajêr ji sedî 35 biha kir.

Li Amedê piştî meha Tîrmehê heqê veguhastinê careke din hat zêdekirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê veguhastina nav bajêr a mînîbus û otobusan ji sedî 35 biha kir.

Li gorî bihayên nû bîleta xwendekaran a mînîbusan ji 6 lîreyan dibe 8 lîre û bihayê bilêta welatiyên asayî jî ji 10 lîreyan dibe 14 lîre.

Herwiha bihayên otobusên şaredariyê jî ji bo xwendekaran ji 4,5 lîreyan dibe 6 lîre û bihayê bileta welatiyên asayî jî ji 7,5 lîreyan dibe 10 lîre.

Bihayên nû dê 2yê Çiriya Pêşîn ve bên sepandin.

Li Amedê tîrmaha îsal jî veguhastin ji sedî 50 hatibû bihakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst