Turk-Îş: Sînorê birçîbûnê ji mûçeyê kêmane zêdetir e

28-09-2022
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Turk-Îş Sînorê Birçîbûnê Sînorê Hejariyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (Turk-Îş) ragihand ku li Tirkiyê sînorê birçîbûnê 7 hezar û 245 lîre ye û sînorê hejariyê 23 hezar û 600 lîre ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, her diçe enflasyon û bihabûn zêde dibe û lîreyê Tirkî nirxê xwe zêdetir jidest dide û ev jî dibe sedem ku welatî bi zehmetî debara xwe bikin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Tirkiyê (Turk-Îş) amarên birçîbûn û hejariyê yên Îlona 2022ê eşkere kirin. Di demekê de ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mûçeyê kêmane 5 hezar û 500 lîre ye, li gor amarên Turk-Îşê ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê 7 hezar û 245 lîre ye û sînorê hejariyê 23 hezar û 600  lîre ye. Hewiha ji bo debara kesekî nezewicî mehane pêwîstî bi 9 hezar û 470 lîreyan heye.

Li gor amarên Turk-Îşê xerciya malbateke 4 kesî di meha Îlonê de li gor meha Tebaxê %5.15 û li gor heman meha sala par ji %130 zêde bûye.

Li gor amaran di meha Îlonê de bihayê şîr û penîr daketiye û mast wek xwe maye. Bihayê masiyan daket, lê bihayê goşt %7-8 zêde bûye, bihayê hêkan jî %11 zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst