Parêzgarê Mûsilê 2 hezar mî li Serêkaniya serxetê kirî

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî di serdana xwe ya bajarê Riha yê bakûrê Kurdistanê de 2 hezar mî û pez kirî

Li gorî nûçeya Anadolu, parêzgarê Mûsilê Esîl Nucêfî serdana bajarê Rihayê kir û digel waliyê Rihayê Celaledîn Guvenç hevdîtin pêk anî.

Li gorî nûçeyê, Nucêfî û Guvenç îro (28.09.2013) jî çûn bajarokê Serêkaniya serxetê û serdana navenda xwedîkirin û dotina pez û miyan kirin.

Waliyê Rihayê da zanîn, parêzgarê Mûsilê dixwaze li bajarê Mûsilê navenda xwedîkirina pêz veke û ji ber wê jî biryar da 2 hezar mî bikire.

Celaledîn Guvenç da zanîn, hefteya bê dê 500 miyan bişînin Mûsilê û yên mayî jî dê meha Nîsana 2014an bên şandin.

Guvenç eşkere kir ku dê digel parêzgarê Mûsilê protokolekê îmze bikin û li gorî wê dê ji Mûsilê rêncber bên Serêkaniyê û fêrî xwedîkirina pê bibin û paş vegerin.

Parêzgarê Mûsilê Esîl Nûceyfî jî diyar kir ku ziyaret ji bo wan pir baş derbas bû û ew jî dixwazin ku têkiliyên di navbera herdu bajaran de pêşvetir biçe.