Parlamenterê CHPyê: Xerca deriyên sînorî dê bibe hezar û 500 lîre

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê, ji bo wan kesên ku dixwazin derkevin derveyî welat, xercê derketina derve hat zêdekirin û xerciya nû ji aliyê parlamentoyê ve jî hat pejirandin.

Parlamentoya Tirkiyeyê biryar da xerca derketina derveyî welatiyan, ji 150 lîreyan bike 500 lîre, wate ji sedî 233 hat zêdekirin.

Ev biryar tevî nerazîbûna partiyên mixalefetê û welatiyan, hat pejirandin.

CHP dibêje, ev carê destpêk e û hikûmet dê vê xercê derxîne 1500 lîreyan.

Parlamenterê Partiya Saadetê Mehmet Karaman got:

“Hûn ji sedî 24 zêdekirinê didin malnişînan û ji sedî 19 mûçeyên fermenberan zêde dikin lê dema bihakirina xercan tê hûn ji sedî 233 zêde dikin.

Dibêjin bila hertim bo me be. Welatî dê çi vexwin û bixwin.”

Dema welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê diçin welatên derve, her welatiyek wek xerca derketina derve li gumirk û firokexaneyan pulekê dikirin.

Heta niha ew pûl bi 150 lîreyan  bû wate derdora  4 dolar  û 50 cent  bû lê bi biryara nû bû 500 lîre ku dike 15 dolar û 10 cent.

Herwiha eger heye bê zêdekirin jî.

“Dê sê qatan zêde bike”

 Parlamenterê CHPyê Cavît Ari jî got:

“Baş e dê li 500 lîreyan rawesta yan na? Belê pirsgirêk jî li vir e. Wekî tê zanîn rojên borî ji raya giştî re hat gotin ku dê xerca derketina derve bibe hezar û 500 lîre. Niha di yek carê de nekirin hezar û 500 lîre.

Ez  piştrast im dê piştre bi desthilata Serokkomar a zêdekirina sê qatan zêde bikin û dê bikin hezar û 500 lîre.”

Xerca derketina derve  berê 50 lîre bû lê  herî dawî Adara 2022an bi biryara Serokkomariyê bû 150 lîre.

Lê niha di yek carê de derdora  2 qat û nîv hat zêdekirin.

Ev di demekê de ye li navçeyên nêzîkî sînoran xelk debara xwe bi bazirganiya deriyên sînorî dikin.

Piştî vê bihakirinê tê pêşbînîkirin ku bi taybetî çûnûhatin û bazirganiya rojane ya  welatiyên Bakurê Kurdistanê li ser sînorên bi Herêma Kurdistanê re  jî kêmtir bibe.