Bendava Ataturkê salane 1,7 milyar dolar sûdê digihîne aboriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Bendava Ataturkê ya di navbera sînorên parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê de salane 1,7 milyar dolar sûdê digihîne aboriya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Avakirina Bendava Ataturkê ya di navbera parêzgehên Riha û Semsûrê de sala 1983an dest pê kir û sala 1992yan hat temamkirin û sala 1994an yekem car av bo Deşta Herranê hat berdan.

Bendava Ataturkê li ser Çemê Feratê hatiye avakirin û mezintirîn bendava Ewropayê ye.

Li Bendava Ataturkê ji bilî avdaniya çandiniyê enerjiya elektrîkê jî tê berhemanîn.

Di heman demê de bi dehan kêlgehên berhemanîna masiyan jî li ser Bendava Ataturkê hatine avakirin.

Saziya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê bi boneya 32emîn sala avakirina Bendava Ataturkê daxuyaniyek belav kir.

 Saziya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê ragihand ku Bendava Ataturkê ya ji bo avdaniya çandiniyê gelekî girîng e û salane 1,7 milyar dolaran sûdê digihîne aboriyê.

Li Bendava Ataturkê salane 8,9 milyar kilowatt enerjiya elektrîkê dikare bê berhemanîn.

Heta niha bi tevahî 210 milyar kilowatt elektrîk hatiye berhemanîn û sûda wê ji bo aboriyê gihiştiye 500 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 15 milyar dolaran.

Di serî de Riha, parêzgehên Mêrdîn, Semsûr û Dîlok ji Bendava Ataturkê sûdê werdigrin û li van bajaran 450 hezar dekar erdên çandiniyê têne avdan.

Herwiha bi temambûna Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) dê parêzgehên Şirnex, Sêrt, Êlih û Kilîs jî ji Bendava Ataturkê sûdê werbigrin.