Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê lîtreya mazotê 35 lîre derbas kir

28-07-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Tirkiye Mazot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mazot, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 1,45 lîreyan biha bû.

Piştî ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bac hatin zêdekirin her ku diçe mazot û benzîn bihatir dibin. 

Ji îro pê ve bihayê lîtreya mazotê 1,45 lîreyan tê zêdekirin.

Piştî vê girankirinê bihayê lîtreyeke mazotê ji 35 lîreyan bihurî. 

Bi bihayên nû, lîtreya mazotê li Stenbolê bû 35,32 lîre, li Enqereyê bû 35,83 lîre û li Îzmîrê jî bû 36,05 lîre.

Herwiha 21ê Tîrmehê mazot 1,55 lîreyan, 25ê Tîrmehê jî benzîn 2 lîreyan biha bûbû. 

Her ku nirxê lîreyê Tirkiyeyê li hemberî pereyên biyanî dadikeve mazot û benzîn bihatir dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst