Banka Cîhanî 1 milyar dolar alîkarî dide Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Banka Cîhanî ragihand ku ji bo “Projeya Baştirkirin û Ji Nû ve Avankirinê ya Erdhejê ya Tirkiyê” milyarek dolar alîkarî dide 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, ku erdhejên 6ê Sibata 2023an bandor li wan kiribûn.

Banka Cîhanî milyarek dolar alîkariya ji bo çêkirina avahiyên li herêmên bejahî û dabînkirina xizmetguzariyên hikumî pesend kir.

Banka Cîhanî dibêje, pere dê li 11 parêzgehên ku erdhejê bandor li wan kiriye, ji bo dabînkirina xizmetên tendirustiyê, avakirina jêrxanên şaredariyê yên zerar dîtî û çêkirina avahiyan bê xerckirin.

Rêveberê Tirkiyê yê Banka Cîhanî Humberto Lopez dibêje: “Banka Cîhanî ji roja yekem a erdhejê ve ligel Tirkiyê ye û ezmûnên xwe yên derbarê ji nû ve avakirinê de bi wan re parve dike. Em dizanin dê hewlên piştî karesata mezin bi salan berdewam bikin û dê pêwîstî bi çavkaniyên zêde hebin. Em dê di vê rêwîtiyê de ligel Tirkiyê bin û alîkariya ji nû ve avakirina civakên mexdûr bikin.”

Banka Cîhanî herwiha dê bo kargehên biçûk û navendî jî 450 milyon dolar alîkarî bide, da ku rê li ber îflas û girtina wan bigre. Li gor projeyê dê %10ê alîkariyê bo kargehên ku xwediyên wan jin in bê dayîn.