Li Tirkiyê komîteya diyarkirina mûçeyê herî kêm dicive

28-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe Çarşembê dê Desteya Diyarkirina Mûçeyê Herî Kêm li Tirkiyê bicive. Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî, nûnerê karkeran TURK-IŞ û nûnerê karbidestan TISKê vexwendine civîna sibe.

Komîsyon bixwe ji 15 endaman pêk tê ku 5 ji wan nûnerên karkeran, 5 kes nûnerên karbidestan û 5 jî nûnerên hikûmetê ne û dê biryarê li ser rêjeya mûçeyê herî kêm di 6 mehên pêş de bidin.

Niha mûçeyê herî kêm li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, 4 hezar û 253 lîre ye ku dike 255 dolarên Aemrîkî.

Tê çaverêkirin ku komîsyon heta dawiya vê hefteyê biryara dawî li ser rêjeya mûçeyê bide.

Karker dixwazin mûçeyê wan li gorî bilindiya enflasyonê were guncandin daku bikaribin di vê buhabûnê de debara xwe pê bikin.

Di wan salên dawî de mûçeya herî kêm li Tirkiyê bi lîre zêde bûye, lê bi dolar sal li pey sal daketiye, ji ber ku bihayê lîreyê Tirkî li bermaber dolarê Amerîkî di wan salên dawî de berdewam daketiye.

Di sala 2016an de mûçeyê herî kêm li Tirkiyê 1300 TL bûye ku dikir 545 dolarê Amerîkî, sala 2017an ev mûçe 1404 TL bûye ku dikir 487 dolar, sala 2018 mûçeyê herî kêm 1603 TL bûye ku dikir 420 dolar, sala 2019 ev mûçe 2020 TL bûye ku dikir 450 dolar, sala 2020 jî ev mûçe 2324 TL û 419 dolar bûye, sala 2021ê jî 2825 TL bûye ku dikir 228 dolar û îsal di 2022 de 4253 TL ye ku dike 248 dolar.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst