Hinardeya kel û pelan ji Îranê bo Herêma Kurdistanê %102 zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Di du mehên derbasbûyî de 228 hezar ton kel û pel bi bihayê 271 milyon dolaran bi rêya Deriyê Bazirganî yê Hacî Omeran hatine hinardekirin, ku di warê weznê de ji sedî 48 û di warê biha de ji sedî 102 zêde bûye li gor heman dema sala borî.

Rêveberê Gumrika Parêzgeha Urmiyê Tewhîd Azerbod ragihand ku bi rêya bi rêya Deriyê Sînor ê Hacî Omeran di heyamka du mehên dawîn de bi bihayê 271 milyon dolaran kel û pel hatine hinardekirin.

Tewhîd Azerbod diyar kir ku 61 hezar ton ji wan 228 hezar tonên ku bo Herêma Kurdistanê hatine hinardekirin, bi rêya Deriyê Sînor ê Hacî Omeran li parêzgeha Urmiyê bûye, ku bihayê wê 71 milyon dolar bûye û 107 hezar tonên din jî ku bihayê wê 200 milyon dolar bû ji parêzgehên din ên Îranê kel û pel bi rêya wî derî hatine hinardekirin.

Ji aliyekî din ve Rêveberê Gumrika Parêzgeha Urmiyê eşkere kir ku di du mehên derbasbûyî de 701 hezar ton kel û pel û tiştên din bi bihayê 2 milyon û 520 hezar dolar di Deriyê Hacî Omeran ve bo Îranê hatine hawirdekirin.