Wezîrê Darayî: Projeyasa pesend bibe sîstema mûçeyan jî dê were başkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, eger Parlamentoya Kurdistanê projeyasaya çaksaziyê cîbicî bike ev yek dê bibe sedema vegera xerceke zêde û herwiha bi vî awayî dê bi vî awayî bikarin sîstema paşkefta meaşan jî were başkirin.

 

Li gorî nûçeya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand: “Me weke hikûmet projeyasaya jimare 9 a sala 2014ê ji parlamentoyê re şand. Di projeyasayê de tê gotin, ku ew kesên ji 15 salan kêmtir xizmet kiribin an jî temenên wan ji 50 salî kêmtir bin bila malnişîn nebin. Ev made pir dadperwerî ye. Niha em daxwaz dikin ev yasa were pesendkirin û kar bi vî yasayî were birêvebirin. Herwiha ew kesên ji meaşên xwe zêdetir werdigrin ku li gorî yasayan nehatine rêkxistin, ji nû ve werin sererastkirin.”

 

Rêbaz Hemlan got: “Di wê prrojeyasaya çaksaziyê de behsa mûçe, dermale, bexşîn û îmtiyazên din hatiye kirin. Ji bo her fermanberekî dê hejmareke bankayê were vekirin û îmtiyazên ku di madeyê de hatine destnîşankirin dê ji bo fermanberan bixin ser hejmarên wan ên bankeyê, ku dikarin ji bo gelek karên din jî werin bikaranîn. Bi taybetî ji bo peywendiyên di navbera hikûmet û mûçexuran de.”

 

Derbarê biryara ragirtina beşek ji mûçeyên fermanberên pilebilind û çawaniya qerebûkirina wan de Rêbaz Hemlan da xuyakirin, ku heta bûdceya hikûmeta Herêma Kurdistanê neyê pesendkirin destkarî lê nayê kirin. Lê çi dema bûdce were pesendkirin hingî dê mûçeyên wan jî asayî be û qerebûkirina wan li gorî yasa û biryaran be.  

 

Rêkeftina li gel hikûmeta federalî

 

Derbarê rêkeftina niha ya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê ya li ser şandina pereyên mûçexuran, Hemlan diyar kir: “Ew rêkeftin encama dewra giring a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û herwiha Serokwezîrê Iraqê bû, ku di berjwendiya Kurdistanê de ye.”

 

Wezîrê Darayî û Aborî amaje bi wê yekê kir, ku beşa mezin a mûçeyan ji bo kerta serbazî diçe û got: “%70 ya bûdceyê ji bo mûçeyên fermanberên kerta medenî û leşkerî diçe. Jêbirîn an jî paşkeftina meaşan di herdu ketan de ji hev cuda ne.”

 

Rêbaz Hemlan da zanîn, ku piştî mûçeya xizmên şehîdan, enfalkiriyan û zîndaniyên siyasî bikeve ser budceya siyadî ya Iraqê, nêzîkî 38 milyar dinar vedigere xezîneya gistî ya Herêma Kurdistanê.

 

Dahata navxwe, petrol û parvekirin

 

Rêbez Hemlan da zanîn, ku dahata navxwe mehane 110 heta 130 milyar dinar e. Hemlan destnîşankir, ku girtina firokexane û deriyên sînor jî bandoreke mezin li dahata navxwe dikin.

 

Hemlan amaje bi wê yekê kir, ku dahata petrolê jî li gorî mehan diguhere û Herêma Kurdistanê rojane 300 heta 320 hezar bermîl petrol hinarde dike û her heyv 378 milyar dînar digihe Wezareta Darayî.

 

Herweha derbarê sindûqa dahata petrolê jî got, ku Parlamentoya Kurdistanê ji bo vê yasayeke taybet derxistiye û maye hikûmeta Kurdistanê rêziknameya wê amade bike.

 

Derbarê çawaniya parvekirina dahatan ji bo warên cuda yên mûçe, berhemanîn, xerca sazî ûd ezgehên hikûmetê û deynan jî got: “%35ê dahata navxwe ji bo pêşîneyên şayiste yên darayî yên kompanyayên petrolê, pêşîneyên deynên xeric, veguhestin û hinardekirina petrolê ji Tirkiyê ve, pêşîneya vegerandina pereyê kaşa deynên Tirkiyê û %65 jî ji bo mûçeyên fermanberan tê terxankirin.”

 

Bi giştî dahata navxwe, ya petrolê, piştî derxistina xercan û li gel wê pereyê ku hikûmeta federal dişîne Herêma Kurdistanê, nêzîkî % 83 ji bo mûçeyan tê xerckirin.

 

Şefafî û zalaliya dahatê

 

Wezîrê Darayî û Aborî yê Herêma Kurdistanê bi bîrxist ku kompanyaya Deloitte pêdaçûneke hûr û kûr li ser dahata petrolê dike.  Herwiha diyar kir, ku konpanyaya Inventend jî pêdaçûnê ji bo xerc û dahatên din ên hikûmetê dike.  

 

Herwiha da zanîn, ku ev herdu kompanya hûrbîniya wê yekê jî dikin ka çawa dikarin dahatê zêde bikin, ku bandorê li ser xelk û çînên hejar neke. Ev kompanya sîstemekî databays çêdike û hemû dahat û xerc têde eşkere diyar dibin.

 

Hemlan got: “Em niha li ser kêmkirina xercan kar dikin. Xercên zêde eger pir pêwîst nebin em nahêlin. Ji bo nehiştine her awayê xerca zêde jî em li gel Desteya Destpakî û Dîwana Çavdêrî ya Darayî kar dikin û bi piştgiya serokatiya civata wezîran jî gelek pare jî hatine vegerandin.

 

Bac

 

Derbarê sepandina baca bi ser kes an jî kompanyayan de Rêbaz Hemlan da xuyakirin, ku şert û mercên bacê li gorî yasaya jimare 20 a sala 2011ê ya pesendkirî hatine diyarkirin.

 

Bi awayekî ku karmendeke ji kerta taybetî yan jî hikûmî eger dahata wî/wê ji milyonek dinar zêdetir be, pêwîste ji rêjeya %5 bac bide. Lê heta niha kar bi vê yasayê nehatiye kirin.

 

Bi gotina Xemlan rêjeya bacê li Herêma Kurdistanê berawirdê Iraqê pir kêm e û bi curek ku li hikûmeta federal mûçeyê kesekî zêdetirî 210 hezar dinar be ji %5 bac dide.   

 

Rêbez Hemlan diyar kir, ku bac dixin ser qazanca %15 a kompanyayan, ku ev yek jî li gorî yasaya 113 a sala 1982ê ya hevşêweyê Bexdayê tê cîbicîkirin.

 

Banke û bayometrî

 

Rêbez Hemlan da xuyakirin, ku li Herêma Kurdistanê 88 bankeyên giştî hene û ji bo kêmkirina hejmarên wan, pêşxistina alogor û danûstandina navxwe, li ser hûrdekariyan li gel Bexdayê gihiştine rêkeftinê.

 

Hemlan rola bayometrî ya ji bo dayîna mûçeyan jî giring nirxand û diyar kir, ku piştî bicîhkirina vê sîstemê zanyariyên hûr li ser mûçexuran çêbûye û bi vî awayî tê zanîn ka kî çend meaşan werdigre.