Rezervên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di hefteyekê de 4,2 milyar dolar kêm bûn

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan Banka Navendî ya Tirkiyeyê Rezerv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rezervên diravên biyanî yên Banka Navendî ya Tirkiyeyê di nav hefteyekê de 4 milyar û 210 milyon dolar kêm bûn.

Ji bilî diravên biyanî yên ku bi faîzê ji bo welatên din tê dayîn (swap) rezervên net daketiye bin sifirê 65,1 milyar dolaran.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê îro amarên heftane yên pere û bankê eşkere kirin.

Li gorî amarên herî dawî yên 22yê Adarê rezervên giştî yên Banka Navendî bi kêmbûna 4 milyar û 210 milyon dolaran daket 70 milyar û 681 milyon dolaran.

Herwiha rezervên diravên biyanî 15ê Adarê 74 milyar û 891 milyon dolar bûn.

Di heman demê de rezervên zêran jî bi zêdebûna 157 milyon dolaran ji 53 milyar û 6 milyon dolaran derketiye 53 milyar û 163 milyon dolaran.

Bi giştî rezervên Banka Navendî 28ê Adarê li gorî hefteya beriya wê 4 milyar û 53 milyon dolar kêm bûne û ji 127 milyar û 897 milyon dolaran daketiye 123 milyar û 844 milyon dolarên Amerîkî.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê ragihandibû ku ew dê rêjeya faîzê ji sedî 45an bike ji sedî 50.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst