Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê HKN Energyê Matthew Zais got, “Li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê rojane 300 hezar bermîl kêm bûye”
Foruma Hewlêrê ya Sêyemîn 26ê Sibatê dest pê kir û dê heta îro êvarî bidome.
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, bi hevkariya bi hinek navendên lêkolînê û dezgehên navdar ên li Rojhilata Navîn û cîhanê re vê forumê li dar dixe.
Forum bi sernavê "Nedilniyayiyên Asêmayî di Paşeroja Rojhilata Navîn de" tê encamdan.
Alîkarê Serokê HKN Energyê Matthew Zais di panela derbarê "Petrol, Gaz û Veguhastina Enerjiyê li Îraqê" de li ser petrola Kurdistanê axivî.
Matthew Zais derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê got:
"Ji bo destpêkirina dubare ya hinartina petrolê divê ji bilî lihevkirina siyasî û yasayî, lihevkirineke bazirganî jî were kirin ku heta niha nehatiye kirin.
Rawestandina hinartina petrola Kurdistanê bûye sedema ji destdana dahateke zêde û bandoreke neyînî jî li ser kompanya û rewşa hilbirînê kiriye."
Em bi lihevkirinên siyasî yên ji bo hinartina petrolê hatine kirin geşbîn in û em hêvî dikin ku demeke nêzîk petrolê Îraqê di rêya boriyê re ji Bendera Ceyhanê re bê şandin."
“Em şok bûn”
Matthew Zais her wiha da zanîn ku wan hêvî nedikir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê dê li dijî wan dozê veke û got:
“Em şok bûn ku Wezareta Petrolê ya Îraqê dozeke nû ya yasayî li ser peymana me vekir.
Ev jî dabeşbûna li Bexdayê ya li ser pirsa hinartina petrolê eşkere dike.”
“Pêwîst e rûpeleke nû were vekirin”
Zais derbarê gotinên Sûdanî yên li ser dîsa destpêkirina hinartina petrolê bi boriya Îraq-Tirkiyeyê got:
“Me hemûyan gotinên wî bihîstin û em pêşwaziyê li wan dikin. Pêwîst e rûpeleke nû were vekirin da ku hilberînerên navneteweyî karibin li tevahiya Îraqê bi Herêma Kurdistanê karên xwe bikin."
Li gorî gotinên wî berpirsî, beriya rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, rojane kompanyayan 470 hezar bermîl petrol hiêberîn hebû lê niha 300 hezar bermîl kêm bûye.
Zais vekirina boriyê wekî faktorekê ji bo pêşxistina kerta gazê ya Herêma Kurdistanê dibîne.
Bi gotina Zais, eger boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê were vekirin ne tenê dê sûdê bi hinartina petrolê bigihîne, her wiha dê bibe derfeta hilberîna zêdetir.
Matthew Zais tekez li ser wê yekê kir, vekirina boriyê ji bo civaka navneteweyî peyamek e ku Îraq jîngeheke guncaw e ji bo hilberîna kompanyayan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse