Banka Cîhanî zerara erdhejê eşkere kir

28-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Banka Cîhanî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Banka Cîhanî, tê pêşbînîkirin zerara erdhejên Mereşê ku bandor li 11 bajaran kir 34.2 milyar dolar be.

Banka Cîhanî zerara erdhejên Mereşê hesab kir û “rapora nirxandina zerarê” eşkere kir. Di raporê de bo ser hejariya li herêmê û koçberên Sûriyeyî bal hatiye kişandin.

Di raporê de hatiye destnîşankirin, dê zerara erdhejê ligel erdhejên paşekî û rawestandina bazirganiyê zêdetir bibe. Li gor raporê milyonek û 250 hezar kes bê mal mane, ku avahiyên wan hilweşiyane yan zerareke zêde dîtine.

Li gor raporê %81ê zerarê li bajarên Hatay, Mereş, Dîlok, Meletî û Semsûrê çêbûye, li wan bajaran 6 milyon û 450 hezar kes dijî. %53ê zerarê ji ber avahiyên sivîl ên hilweşiyayî, ku dike 18 milyar dolar, %28 ji ber avahiyên hikumî yên hilweşiyayî, ku dike 9.7 milyar dolar û %19 ji ber rê, pir, ban, av û elektrîkê ku dike 6.4 milyar dolar çêbûye.

Cîgira Serokê Herêma Ewropa û Asya Navîn ê Banka Cîhanî Anna Bjerde ragihand, “Em hevxemê xelkên Tirkiye û Sûriyê ne ku êşeke zêde dîtin.”

Banka Cîhanî 9ê Sibatê ragihandibû, dê 1.78 milyar dolar alîkarî bide herêmên erdhejê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst