Bazara jinan li Rezanê nakokî xiste navbera jin û mêran

Amed (Rûdaw) - Şeş sal berê Şaredariya Rezan (Baglar) a Amedê ji bo jinên muhtacê alîkariyê bazareke servekirî vekiribû û ev 6 sal in 110 jin li vê derê firoşkariyê dikin; lê niha firoşkarên mêr dibêjin şaredariyê bi me re jî qewl daniye û em jî dê dezgehên xwe yên firoşkariyê li vê derê danin;  Jinên Amedî li hember vê yekê nerazîbûn nîşan didin û dibêjin, heke mêr werin nav bazara wan, ew dê xwînê birêjin.

 

Li Bazara Jinan a Semta Bagcilar a Amedê 110 jinên firoşkar di sermaya meha Sibatê de bi nîgeranî xwe li ber agirê ku dadane, germ dikin.

 

Şeş sal berê Şaredariya Amedê firoşkariya vê taxê dabû van jinan, yên ku hevjînn wan nînin; yên ku hevjînê wan nexweş û li erdê ne, yên ku gundên wan hatine şewitandin,  bi kurtasî ev bazara terxankirî  bazara jinên taybet e, her yek ji wan tiştekî difroş e û bi karekî (qazancekî) kêm debara mala xwe dikin.

 

Lê niha jinên vê bazarê bi nîgeranî li ber roja xwe ne; ji ber ku Şaredariya Bağlaran qewl û belên dane firoşkarên mêr û firoşkarên mêr wê di demeke kurt de werin vê derê dezgehên xwe danin û bibine şirîkê kara jinan.

 

Firoşkara li bazara jinan, Xanim Acar ji Rûdawê re dibêje: "Me ev der ji xwe re ava kir û ew dixwazin bixwin."

 

Kezîban Eren, firoşekareka din a vê bazarê nerazîbûna xwe tîne ziman û dibêje: "Em jî dayika mêran in em jî dayîka şêran in, em jî êdî bûne mêr û hemû armanca me ewe ku em pariyeke nan ji zarokên xwe re bibin."

 

Muslîme Angay jî naxwaze mêr biçin bazara wan û tekez dike: "Ev 6 sal in ku me hemû zehmetiya vê derê kişandiye û me aniye astekî baş, niha çav berdane cihê me em qebûl nakin."

 

Kiryarên Bazara jinan jî ji danûstendina jinan razî ne û ew di tekoşîna li hember firoşkarên mêr de piştgiriya firoşkarên jin dikin.

 

Welatiyê navçeya Rezanê, Cemal Engîn dibêje: "Bazara jinan gelek ji yên mêran baştir e, ez her tim ji cem wan  danûstendinê dikim."

 

Henîfe Tûran jî kiryareka bazara jinan a navçeya Rezanê ye. Ew jî piştgiriyê dide jinan û dibêje: " Divê cihê jinan û mêran ji hev cuda be."

 

Rehîme Gerçek yek ji kiryarên bazara jinan jî hêrsbûna xwe ji wê yekê tîne ziman ku mêr jî li bazara jinan a Rezanê tiştên xwe bifiroşin û dibêje: "Em her tim li aliyê jinan in û heke mêr werin vê derê emê ji bo jinan xwîn birjînin."

 

Jinên firoşkarên bazara semtê pê bawer in ku Şaredariya Rezanê dikare pirsgirêkên wan û mêran çareser bike; lê Şaredarî ji ber hilbijartinên 31ê Adarê niha nikare tu biryareke fermî yê encumuna bajêr bide.

 

Seroka Komeleya Jinên Bazirgan, Xezal Tûnç jî Şaredariya Rezanê weke sedemê derketina vê nakokî û pirsgirêkê nîşan dide û berpirsyariyê dixe ser şaredariyê.

 

Xezal Tûnç ji Rûdawê re got: "Berpirsyarê vê pirsgirêkê Şaredari ye; şaredariyê sozê daye firoşkarên mêr û îro ew jî dozê li me dikin; îro em bi tenê serê xwe mane, ne saziyên sivîl ne jî yên jinan kesek bi me re alîkarî nake."

 

Firoşkarên Bazara Jinan a Semtê li bajarê Amedê niha şev û roj nobetê digirin da ku firoşkarên mêr dezgehên xwe neynên vav yên wan û ev yek carna di navbera wan û firoşkarên mêr de dibe cihê pevçûnê.