“Mûçeya herî kêm ne li gorî standartên jiyaneke baş e”

27-12-2018
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Hikûmeta Tirkiyê mûçeya herî kêm bo karmendan diyar kir
Hikûmeta Tirkiyê mûçeya herî kêm bo karmendan diyar kir
Nîşan Tirkiye Mûçe Mûçeya Herî Kêm Bo Karmend
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Hikumeta Tirkiyê piştî çend civînan li ser nûnerên karker û xwedankaran biryara rêjeya zêdekirina kêmtirîn mûçeyê da. Hikûmeta Tirkiyê mûçeya herî kêm bo karmend û karkeran wek 2 hezar û 20 lîre diyar kir.

 

Li gorî komisyona ku ji bo karê diyarkirina karê mûçeya herî kêm bo karmend û karkeran hatiye erkdarkirin, biryar da ku di sala 2019ê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mûçeya herî kêm bo karmend û karkeran dê 2 hezar û 20 lîre (380) be ku ew mûçe sala 2018ê Hezar û 603 lîre bû. 


Zinar Botan kurdekî Şirnexî ye li kafeteryeyakê bi kêmtirîn mûçeya ku ji aliyê hikumetê biryar li ser hatiye dan kar dike. heta niha maeşê wî hezar û 603 lîre bû, lê zinar dê sala 2019ê bi hezar û 20 lîreyan kar bike ku ew ew jî weke kêmtirîn mûçeya karmend û karkeran tê zanîn. Biryara zêdekirina kêmtirîn mûçeyê weke gellek karkeran ne li gorî dilê Zinar jî bû.


Derbarê biryara zêdekirina kêmtirîn mûçeyê armend Zinar Botan ji Rûdawê re wiha got: “Dema em lê dinêrin rast e mûçe hatiye zêdekirin. Min heta niha 1603 lîre distand niha êdî ez dê bi 2020 lîreyan bixebitim. Lê her tişt biha bûye, ez rojane 12 lîreyan didim bo hatûçûyê yanî zema ku hatiye kirin tenê têra rêka min dike wekî din tiştek bo min namîne.”


Komisyona diyarkirina kêmtirîn mûçeyê biryar da ku kêmtirîn mûçe ji sedî 26,5 were zêdekirin, lê navendên lêkolînên aboriyê jî di wê baweriyê de ne ku ji ber bihabûna her tiştî ev muçeya ne li gorî standartên jiyaneke baş in.


Cîgirê Serokê ESAMê Latîf Ozpek jî wiha got: “Lazim e herî kêm ji sedî 50 hatiba zêde kirin. Wate lazim e ev mûçeye bibe 2400 lîre û lazime bac û derîbe jî ji kesên bi mûçeya kêm kar dikin neyê vergirtin. Jixwe mûçe kêm e nabe ku bac û derîbe jî jê bê standin.”


Komisyona ku ji nûnerên hikumetê, nûneren karkeran û nûnerên karsaz û kompanyayan pêk tê piştî çar civîna û danûstandinên tund biryara zêdekirina kêmtirîn mûçeyê pesend kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst