Rojane 2 hezar kes di Deriyê Rûbarok-Zêtê re derbas dibin

27-11-2023
Nîşan Deriyê Rûbarok-Zêtê Mêrgesor Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rojana derdora 2 hezar û 300 kesî di Deriyê Rûbarok-Zêtê re derbas dibin.

Deriyê Sînorî yê Rûbarok-Zêtê ku dikeve sînorê Îdareya Soranê 10ê Gulana 2023yan bi merasîmekê hat vekirin.

Ew deriyê sînorî piştî hewldanên zêde yên xelkê û berpirsên Colemêrgê hat vekirin.

Deriyê Rûbarok-Zêtê yê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê, di navbera her du perçeyên Kurdistanê de dibe pirek.

Ji ber ku rê û xizmetguzarî nînin ew deriyê sînorî heta niha jî zêde aktîv nebûye.

Lê Qaymeqamiya Mêrgesorê ji bo xizmetguzariyên baştir hewlên xwe didomîne.

Tenê ji bo geştên turîzmê vekiriye

Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed, bû mêvanê radyoya Rûdawê û da zanîn ku ev derî tenê ji bo geştên turîzmê vekiriye.

Xefûr Ehmed herwiha destnîşan kir, rojane derdora 2 hezar û 300 kesî di Deriyê Rûbarok-Zêtê re derbas dibin.

Xefûr Ehmed ragihand, ew hewl didin da ku derî ji bo bazirganiyê jî were bikaranîn û got:

“Em niha li aliyê xwe xebatên çêkirina rêyan didomînin, aliyê Tirkiyeyê jî dixebite.”

Qaymeqamê Mêrgesorê herwiha diyar kir wan ji bo xizmetguzariyên av, rê û karebayê gelek proje danîne ku lêçûna wan bi qasî 5 milyar dînaran bûye.

Xefûr Ehmed daxuyand, ji bo rêya Pîran-Mêrgesorê ya ku dirêjahiya wê 9 kîlometre ye 2 milyar dînar hatine xerckirin û ji sedî 90ê vê rêyê xelas bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst