Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nirxê bacanên sor gihîşte 20 hezar tomenî

27-11-2019
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Bacanên sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî derbasbûna nêzîkî du heftiyan bi ser bilindkirina nirxê benzînê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, nirxê kelûpelên din û bi taybet bacanên sor li bazarên wî welatî bilind bûye û ji 5,000 tomenî gihîştiye 15,000 heta 20,000 tomenî bo her kîloyekê.

Li gel wê çendê ku berpirsên hikûmeta Îranê di daxuyaniyên xwe tekez dikin, girankirina benzînê nabe sedema giraniya kelûpelên din û ew dê çavdêriyeke tund danin ser bazarê, lê belê giranbûna kelûpelan li bazarê û bi taybet tiştên xwarinê dest pê kiriye.

Yek ji wan kelûpelên ku di van rojan de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê gelek giran bûye, bacanên sor, ango temate yan firingî ye.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Îranê, nirxê bacanên sor li wî welatî û li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji 5,000 tomen di her kîlogramekê de bo 15,000 heta 20,000 tomen di her kîloyekê de bilind bûye.

Berpirsê Yekîtiya Navendî ya Mêwe û Sewze li Tehranê, Esedullah Karger bilindbûna nirxê bacanên sor piştrast kiriye, lê belê sedema wê vegerandiye bo hatina demsala serma û zivistanê, dawiya demsala çinîna bacanan li piraniya parêzgehên Îranê û herwiha hinardekirina wê bo derveyî welat.

Esedullah Karger ti amaje bi bandora nirxê benzînê li ser bilindbûna buhayê bacanên sor û kelûpelên din ên xwarinê nekiriye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, li Rojhilatê Kurdistanê û li bajarekî wek Urmiyê jî nirxê her kîloyeke bacanên sor gihîştiye asta 16,000 tomenî.

Her derbarê bilindbûna nirxê bacanên sor li Îranê de, berpirsên Wezareta Çandiniyê ya Îranê ragihandine, ku bilindbûna nirxan demkî ye û dê bi hawirdekirina bacanên sor ji derveyî welat û çinîna berhemên bacanên sor li parêzgeha Buşêhr a li başûrê Îranê, nirxê wê di demeke nêzîk de dakeve.

Serokê Saziya Çandiniyê li Buşêhrê, MihemedTeqî Menûçêhrî ragihandiye, îsal li 11 hezar hektar zeviyên wê parêzgehê bacanên sor hatine çandin û tê pêşbînîkirin ku 550,000 ton berhem hebe.

Menûçêhrî daye xuyakirin, li hin navçeyên wê parêzgehê çinîna bacanên sor dest pê kiriye, lewma nirxê wê berhemê niha li bazarên wê parêzgehê daketiye bo 8,000 tomenî.

Parlamentoya Îranê roja Duşemê taybet li ser nirxandina bandora buhakirina nirxê benzînê li ser kelûpel û xizmetguzariyan civînek pêk anîbû. Serokê parlamentoyê Elî Larîcanî di civînê de diyar kir, ku hinek rapor gihîştine destê wan ku kompaniyên hikûmî nirxên kelûpel û kalayan zêde kirine.

Hikûmeta Îranê nêzîkî du heftî beriya niha nirxê benzîna bê kart û azad li seranserî wî welatî 3 bermaber giran kiribû. Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî jî piştgiriya zêdekirna nirxa benzînê kir û sedem jî vegerande ser kêmkirina bikaranîna benzînê.

Biryara girankirina benzînê li Îranê bibû sedema nerazîbûna xelkê û dema çend rojan li ser hev li 27 parêzgeh û zêdetir ji 100 bajarên wî welatî xwepêşandanên nerazîbûnê çêbûn ku di xwepêşandanan de tundûtîjî derketin.

Li gor Amnesty International jî, di xwepêşandanên li Îranê de herî kêm 143 kesan canê xwe ji dest dane.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst