HEWLÊR - Bi vê projeyê dê kew 100 hêkan bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Bi armanca damezrandina kêlgehekî daykanî ya kewan û herwiha zêdekirina curekî din ê goştê balindeyan, bi serpereştiya mamostayekî Zanîngeha Selahadînê, kêlgehekî kewan li Hewlêrê hate damzerandin.

 

Hizra damezrandina projeya xwedîkirina kewan, piştî serkeftina projeyekî li Koleja Çandinî yê Zanîngeha Selahadînê ya Hewlêrê, derkete holê. Eger ev proje serbikeve, dê bibe yekemîn pirojeya xwedîkirina kewan li ser astê Iraqê û Başûrê Kurdistanê.

 

Projeyek bi zanistî ye

 

Proje li ser rûberê 2 donim erdî, li nêzîk gundê Dolebekreya serbi nahyeya Quştepe hatiye damezrandin û ji bo destpêkê jî 230 cucikên kewan tên xwedîkirin.

 

Pisporê xwedîkirina balindeyan li Zanîngeha Selahadînê Peyam Sadiq derbarê projeyê de ji Rûdawê re got: “Me dikarî em hejmarekî zêdetir ê cucikan peyda bikin. Lê ji bo projeya me qonax bi qonax pêşbikeve û kew jî bi awayekî tendurust û standard bên xwedîkirin, me baş zanî ku bi vê hejmarî dest pê bikin.”

 

Her kewekê mê di jîngeha xwezayî de, werzê baharan 20 heta 30 hêkan dikin. Ji bo çêbûna cucikan jî 24 roj pêwîst dike. Lê di vê kêlgehê de egere zêdekirina rêjeya hêkan jî heye.

 

Peyam Sadiq dibêje, “Di lêkolînan de hatiye selimandin ku bi rêya dabînkirina jîngehekî xweş û xurekên baş, dikarin atmosferekî biafirînin ku kew bikarin sale du caran hêkan bikin, heta ku bikarin 100 hêkan jî bikin.

 

Peyam û tîma wî li gorî pîvanên standard xurekê ddin kewan, kewên wan di nêvengek tendurust de dijîn û rêjeya mirina wan kêm bûye.

 

Proje qonax bi qonax e

 

Tê pêşbînîkirin ku di nava mehekî de kewên kêlgehê nêzîkî hezar hêkan bikin û bi vî awayî proje qonaxeke din here pêş.

 

Navê zanistî yê kewan Perdix e û bi dehan curên wan hene. Ew cure ku li çiyayên Kurdistanê dijîn, weke Chukar Partridge tên binavkirin.  nawdebrêt. Ev cure ku tê xwedîkirina jî li ser astê cîhanê ji bo berhemanîna goştê kewê li kêlgehan tê xwedîkirin.

 

Li Herêma Kurdistanê beriya niha jî projeyên xwedîkirina kewan hebûne lê bi serkeftî nebûne û projeyan berdewam nekiriye.

 

Xazî Rehman Mihemed ku xwediyê projeyê ye, dibêje; “Xwedanên projeyên beriya niha bi zanistî tev nedigeriyan û kew xwedî nedikirin. Lewma kew dimirin. Ji ber vê jî proje serkeftî nedibûn.”

 

Xazî Rehman j bo rastê heman pirsgirêkan neyê, projeya xwe daye destê kesên pispor û û niha temenê kewên wî 3 meh in.

 

Navborî dibêje ku li Kurdistanê daxwaza goştê kewan pir e û ew bawer dike ku dê dema pêş de rojane hezar kewan jî bişîne bazarê.

 

Mesûd Mihemed Salih xwedanê kêlgeha Zîncîr e ku balindeyan xwedî dike. Niha nêzîkî 3 hezar hêkên kewan li kêlgeha wî hene. Ew dibêje, “Eger hêkên kewan bi nirxekî guncaw bixin bazarê dê serkeftî be. Bi vî awayî dê xelk weke berî hêkên qaçax ên Îranê nekire.”

 

Li gorî amarên Wezareta Çandinî ya Herêma Kurdistanê, li Kurdistanê hezar û 281 projeyên xwedîkirina balindeyan hene ku salane dikarin 140 hezar ton goştê mirîşkê dabîn bikin. Lê ji ber krîza darayî ji sedî 30ê van projeyan hatine sekinandin.

 

Rêveberê Samanên Ajelan li Rêveberiya Çandinî ya Parêzgeha Hewlêrê Ebdulxaliq Ebdulqadir ji Rûdawê re got; “Ji bo zêdekirina curekî din ê goşt, em amadene destûrê bidin kêlgehên din ku li cihî mirîşkan kewan xwedan bikin.”

 

Hêkên qaçax nabin kew

 

Ji ber nebûna projeya daykaniya kewê li Iraqê û Herêma Kurdistanê, beşek ji wan kesên dixwazin kewan xwedan bikin, hêkên qaçax ji Îranê re tînin. Piştî ku hêkan dixin bin kurkên din, cucikan difiroşin. Lê tê gotin ku piraniya hêkan nabine kew.

 

 

Mesûd Mihemed Salih jî dibêje, ji sedî 50 yê hêkên qaçax pûç in.