Li Qamişloyê ajokarên mînîbûsan ketin grevê

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê,  ji ber kêmkirina para wan a mazotê ajokarên mînîbûsan dest bi grevê kir û wan karê xwe rawestand.

Ajokarên mînîbûsên Qamişloyê yên li ser xeta Qamişlo – Amûdê û Qamişlo – Dirbêsiyê kar dikin ji ber kêmkirina para wan ya mazotê dest bi grevê kir.

Berê her şofêrekî rojane 30 lître mazot werdigirt, niha Rêveberiya Sotemeniyê tenê 8 lîtreyan rojane dide wan.

Şofêrên mînîbûsan jî ji vê yekê aciz in û dibêjin 8 lître mazot têra wan nake.

Li Rojavayê Kurdistanê, Rêveberiya Xweseriya her roj bi bihayeke erzan wekî alîkarî ji bo şofêr û rêwiyan mazotê difiroşe xwediyên mînîbûsan.

Rêveberiya Xweseriya her lîtreyeke mazotê bi 625 lîreyên Sûrî (0.01 dolar) difiroşe.