Urdin dixwaze berhemên Herêma Kurdistanê bikire

27-08-2024
Xalid Hinêfat bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Xalid Hinêfat bû mêvanê Rûdawê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Urdin Herêma Kurdistanê Sîr Kartol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Hinêfat da zanîn ku welatê wî dixwaze sîr û kartolan ji Herêma Kurdistanê bikire.

Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Hinêfat bû mêvanê “Rûdawa Îro” û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.

Xalid Hinêfat diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo veguhastina berhemên çandiniyê li cihekî girîng e û dikare berhemên xwe bi hêsanî bigihîne Ewropa û Rojhilata Navîn.

“Pêwendiyên me baş in”

Wezîr Xalid Hinêfat got ku ew dê ji Herêma Kurdistanê kartol û sîran bikirin û li pey çû:

“Em gelekî ji vê derê hez dikin. Pêwendiyên me yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di hemû biwaran de baş in.

Herêma Kurdistanê di qadên çandinî, pîşesazî, perwerde û hemû sektorên din de bi pêş ketiye û bipêşketina wê berdewam dike.”

“Qebareya bazirganiya niha kêm e”

Wezîrê Çandiniyê yê Urdinê Xalid Hinêfat amaje pê kir ku wan li Hewlêrê gelek peyman îmze kirine û berdewam kir:

“Ji bo qebareya bazirganiya di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de zêde bibe me peyman îmze kirin çimkî qebareya bazirganiya niha kêm e.

Ev peyman dê îmkanê bide zêdebûna vê qebareyê û dê sûdê bigihîne bipêşketina sektora taybet.

Gelek bazirganên Urdinî jî bi me re hatine.

Ku Xweda bêje erê, em dê peymanan bi lêz îmze dikin da ku em pêdiviya xwe ya bi kartol, sîr, ceh û belkî genim jî dabîn bikin.

Em jî dikarin derman, amûrên veterîneriyê û gubreyê çandiniyê bifiroşin vê derê. Em di van qadan de bi pêş ketine û me ev berhem firotine gelek welatan.”

10-15 hezar ton kartol û 4-5 hezar ton sîr

Xalid Hinêfat amaje pê kir ku Urdin di hilberîna berhemên çandiniyê de bi pêş ketiye û got:

“Em niha ji sedî 61ê berhemên xwe hildiberînin, ev ji bo welatekî kêmav serkeftineke mezin e.

Li gorî demsalê pêdivî jî diguherin. Wekî mînak, vê serdemê pêdiviya me bi sîr û kartolan heye.

Em dixwazin van ji bazarên herî nêzîk bikirin. Dibe ku em ji Herêma Kurdistanê 10-15 hezar ton kartol û 4-5 hezar ton sîr bikirin.”

Deriyê Îbrahîm Xelîlê

Xalid Hinêfat destnîşan kir ku ew dixwazin ji bo veguhastina berhemên xwe ji Deriyê Îbrahîm Xelîlê sûdê wergirin û li pey çû:

“Zêdekirina qebareya bazirganiyê û sûdwergirtina ji cihê Deriyê Îbrahîm Xelîlê xalên me yên sereke bûn.

Em dixwazin sûdê ji vî deriyî bibinîn da ku berhemên me bi rêya Tirkiyeyê bigihin Ewropa, rojhilatê Ewropayê, Rûsya û Azerbeycanê.

Bi rastî dema em derbasî welatên din dibin gelek zehmetî derdikevin pêşiya me.

Me ev bi eşkereyî xwest û em ji bo berhemên Urdinê bi rêya Zaxoyê bên veguhastin biryareke federal dixwazin.”

Wezîrê Urdinî pêwendiyên Kurdan û Haşimiyan bi bîr anîn diyar kir ku di navbera Urdin û Herêma Kurdistanê de pêwendiyên dîrokî hene.

Xalid Hinêfat anî zimên ku ew dixwazin tecrubeya xwe ya di warê avê de bi Herêma Kurdistanê re parve bikin û got ku dê şandeyeke Herêma Kurdistanê here Urdinê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst