Çandiniya birinc li Herêma Kurdistan du qat zêde bûye

27-08-2019
RÛDAW
Di van dalên dawiyê de rêjeya çandina birinc li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye û cotkarên Kurdistanê berê xwe dane çandina birinc.
Di van dalên dawiyê de rêjeya çandina birinc li Herêma Kurdistanê zêdetir bûye û cotkarên Kurdistanê berê xwe dane çandina birinc.
Nîşan Kurdistan Birinc Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ev dema çend salan e ku daxwaz li ser birincê xwemalî yê Herêma Kurdistanê zêde bûye, ew yek jî bûye sedem ku cotkarên Herêma Kurdistanê careke din berê xwe bidin çandina birinc.

 

Di dema du salên dawî de, rûbereke mezin li Herêma Kurdistanê bi giştî û li Duhokê bi taybetî bi birinc hatiye çandin.

 

Birêveberê Xizmetguzariya Çandiniyê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyê Avê li Herêma Kurdistanê, Ehmed Kamîran ji Rûdaw re got, jiber daxwaza zêde ya li ser birincê xwemalî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve, careke din cotkar berê xwe dan çandina birinc di demekî de ku di salên derbasbûyî de tenê 6 heta 8 hezar donim zevî bi birinc hatibû çandin lê di van du salan de rûberê çandina birinc du caran mezintir bûye.

 

Li gor lêkolînên Wezareta Çandinî û Çavkaniyê Avê li Herêma Kurdistanê, seqa û axa Kurdistanê jibo çandina birinc gelek guncaw in, lê weke pêwîst giringiyeke zêde pê nehatiye kirin di demekî de ku birinc xwarina sereke ya hemû welatiyan e.

 

Hejmara akinciyên Herêma Kurdistanê zêdetir ji 5 milyon û 895 hezar kes e û bo her salekê pêdiviya Herêma Kurdistanê bi birinc derdora 227 hezar tonan e.

 

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Çavkaniyê Avê, rûberê zeviyên ku li Herêma Kurdistanê birinc lê tê çandin, ji sala 2016ê ve heta niha bi awayekî berçav zêde bûye, bi awayekê ku di sala 2016an de tenê li 6,309 donimên erdê, birinc hatibû çandin lê ew rêje di sala 2018an de bo 16,171 doniman bilind bû.

 

Her li gor heman amaran, li Herêma Kurdistanê di sala 2016an de tenê 4,934 ton birinc hatibû berhemanîn, ku ew rêje di sala 2018an de bi qasî %55.6 zêde bû û berhemanîna birinc li Kurdistanê di wê sale de gihîşte 13, 485 tonan.

 

Di berhemanîna birinc de, parêzgeha Duhokê bi pileya yekem tê. Li wê parêzgehê, di sala 2017an de li 9,764 donimên erdê birinc hatibû çandin û 7.811 ton birinc lê hatibû rakirin, her li heman parêzgehê, di sala 2018an de li rûbereke bi berfirehiya 11, 726 doniman birinc  hatibû çandin û 9,982 ton birinc lê hatibû berhemanîn.

 

Ji bo îsal jî li parêzgeha Duhokê li 19,764 donimên erdê birinc hatiye çandin û tê pêşbînîkirin ku îsal rêjeya berhemanîna birinc li wê parêzgehê bigihe 15,800 tonî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst