Meletî: Îsal hezar û 665 ton kakilên mişmişan hatine hinartin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di nav 6 mehên destpêka îsal de hezar û 665 ton kakilên mişmişan ji welatên Ewropayê re hatine hinartin û 5 milyon û 530 hezar dolar hatiye bidestxistin.

Li gori amarên Serokê Odeya Bazirganiyê ya Meletiyê Ramazan Ozcan, di nav şeş mehên îsal de hezar û 665 ton kakilên mişmişan hatiye hinartin ku dike ji sedî 90ê berhema li parêzgehê.

Herwiha ji vê hinardeyê jî 5 milyon û 530 hezar dolar hatiye bidestxistin.

Kakilên mişmişan piranî ji welatên wekî Almanya, Îtalya, Fransa, Belçîka, Holenda û Hindistanê re hatine hinartin.

Tê gotin ku her sal bazar li gorî kêmbûn û zêdebûna berhema behîvên Amerikî tê guherîn û dema behîvên Amerikî biha bibin kirîna kakilên mişmişan zêdetir dibe.