Bacanên Amedê di sosa pîzayên Îtalyayê de tên bikaranîn

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Qerejdaxa Amedê di van rojên havînê de hewa li gorî demsalê zêde germ e û bacanên sor tên hişkkirin û bacanên hişkirî hinardeyî Îtalyayê têne kirin û di sosa pîzayan de tên bikaranîn.

Cotkaran di meha nîsanê de li ser qadeke 4 hezar dekarî şitlên bacanên sor danîbûn ku ew baş gihiştin û hatin berhevkirin.

Karker serê sibehê zû radibin û di bin germahiya 40 pileyî de bacanên sor li ber rojê radixin da ku hişk bibin.

Bacanên ku tên hişkirin dê ji Amerîka û welatên Ewropayê re bêne şandin.

Rêvebirê Daristan û Çandiniyê yê Bajêr Mustafa Ertan Atalar ragihand ku ev sê sal in li Qerejdaxê çandiniya bacanên sor tê kirin.

Mustafa Ertan Atalar got, şitlên bacanên sor bi taybetî ji bo hişkkirinê tên danîn.

Atalar destnîşan kir ku ew berhem ji ber ku bi awayekî siruştî tên hişkkirin, bi sihet in û her ji bo vê yekê jî welatên Ewropayê jî van tercîh dikin.

"Di nava 3 rojan de hişk dibin"

Atalar amajê pê kir ku hewaya Amedê ji bo hişkkirina bacanan guncav e û wiha got:

"Eger bi lezgînî neyên hişkkirin, kufikî dibin û kuvark digirin, qalîteya wan dikeve. Ji ber vê yekê divê li herêmên ku pileya germahiya hewayê bilind e û rêjeya ritûbeta wê kêm e bên hişkkirin. Ev rewş li Amedê gelekî guncav e û di nava 3 rojan de hişk dibin. Nabe sedem ku nexweşiyek tê de çêbibe."

Herwiha Atalar anî ziman ku cotkar kedeke mezin ji bo wan bacanan didin û ji serê donimekî ji 5 heta 12 ton berhem tê sitandin û dilê cotkaran jî bi wê xweş e.

"Di sosa pîzayên Îtalyayê de tên bikaranîn"

Rêvebirê Daristan û Çandiniyê yê Bajêr tekezî li wê yekê kir ku bacanên hişkkirî rasterast ji bo welatên Ewropayê tên hinardekirin û got:

"Di serî de ji bo Îtalya û welatên ku pîza li wan gelekî tên xwarin, tên hinardekirin. Ji bo pîzayan, sos û mezeyan ev bacanên hişkkirî gelekî tên tercihkirin."