Veguhastina petrola Kerkûkê bo parzûngeha Kar a li Hewlêrê hat rawestandin

27-06-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Petrola Xav Parzûngeha Kar Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Petrolê ya Iraqê veguhastina petrola xav a Kerkûkê bo Parzûngeha Kar a li Hewlêrê rawestand. Çavkaniyekê li Wezareta Petrolê ya Iraqê da xuyakirin ku, wezareta petrolê dixwaze ji niha û pê ve petrolê zeviyên Xurmelê bo pêdiviyên parêzgeha Neynewayê bikar bîne.

Çavkaniyek li Wezareta Petrolê ya Iraqê ji Rûdawê re got ku, ji roja Duşemê 26ê Hezîranê ve ew petrola ku ji aliyê Wezareta Petrolê ya Iraqê ve bo Hewlêrê dihate şandin ku li Parzûngeha Kar bê pakkirin, hatiye rawestandin.

Berî niha her roj di navbera 55-60 hezar bermîlên petrola xav bi rêya boriyê dihate şandin, li gorî wê çavkaniyê ew petrola ku li Hewlêrê dihate pakkirin bo her bermîlekê 8 dolar dihate wergirtin. 

Derbarê sedema wî karî de jî heman çavkaniyê got ku Iraq dixwaze pêdiviyên sotemeniyên yên Neynewayê ji parzûngeha petrolê ya Xurmelê dabîn bike û bo wê yekê jî pişta xwe bi yasaya budceya Iraqê girêdaye. 

Li gorî çavkaniyê, ew petrola ku ji Kerkûkê bi takeran bo Parzûngeha Qeywan a li Silêmaniyê tê şandin û her roj di navbera 35 bo 38 hezar bermîlan de ye.

Di sala 2014an de ji destpêka şerê li dijî DAIŞê ve, Wezareta Petrolê ya Iraqê di çarçoveya du girêbestên cuda de rojane nêzîkî 100 hezar bermîl petrola xav dişîne Parzûngeha Kar a li Hewlêrê û Parzûngeha Qeywan a li Silêmaniyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst