TURK-ÎŞ: Li Tirkiyê sînorê birçîbûnê gehişte 10 hezar û 373 lîreyan

27-06-2023
Nîşan TURK-ÎŞ Sînorê Birçîbûnê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyê (TURK-ÎŞ) amarên hejarî û birçîbûnê yên meha Hezîrana 2023an belav kirin. Li gor amaran, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê gehiştiye 10 hezar û 373 lîreyan. Sînorê hejariyê jî bo 33 hezar û 788 lîreyan bilind bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bo malbatek çar kesî sînorê birçîbûnê  gehiştiye 10 hezar û 373 lîre û sînorê hejariyê jî gehiştiye 33 hezar û 788 lîreyan. Herwiha têçû yan mesrefa kesekî/e ne zewîcî jî mehane gihiştiye 13 hezar û 471 lîreyan.

Meha derbasbûyî sînorê birçîbûnê 10 hezar û 362 lîre bû, sînorê hejariyê jî 33 hezar û 752 lîre bû. Li gor amarên TURK-ÎŞê, enflasyona mehane ya medbexê bûye %0,1. Nirxê xurakê ji serê salê heta niha %27,58, li gor sala borî %62,30 û di nav 12 mehan de navendî %108,58 bilind bûye.

Li gor amarên ku TURK-ÎŞê raste rast ji bazarê wergirtine, nirxê hinek pêdiviyên jiyanê yên bingehîn ku di meha Hezîranê de giran bûne wiha ne:

Mast %5 giran bûye, goşt û qiyme me 20 lîre giran bûye, hêk %3 giran bûye û hêkek bi 3 lîreyan tê firotin, birinc %5 û savar jî %3 giran bûne, îspanak %7 giran bûye û herî zêde jî bi rêjeya %87 gaz giran bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst